Cenazeyên 12 şervanan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 12 şervanên di operasyona rizgarkirina Minbicê û komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 12 şervanên di operasyona rizgarkirina Minbicê û komkujiya li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 9 şervanên azadiyê Delîl Qamişlo(Rodî Hesen), Diyar Qamişlo(Şiyar Elî), Zerdeşt Qamişlo(Elî Hemko), Bahoz Qamişlo(Norşîd Şêxo), Egîd Qamişlo( Ibrahîm Ibrahîm), Delîl Hesarî(Reşo Hisên), Cuma(Cuma Hec Elî), Mehmûd (Mehmûd Elî), Hisên (Hisên Xelef) ên di operesyona rizgarkirina Minbicê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan û 3 endamên Hêzên Asayîşê Mihemed Hesên, Luqman Ebddî û Ebdullah Mardînî yên roja 27ꞌê Tîrmehê di teqîna li taxa Xerbî ya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, li goristana şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.
Di merasîma oxirkirinê de, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif, Hevserokatiya Kantona Cizîrê Heyfa Erebo, Hevseroka PYDꞌê Asya Ebdullah, nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Kulo û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Şervanên YPGꞌê û endamên hêzên asayîşê cenazeyên şervanên azadiyê ji Mala Gel a taxa Enteriyê hilgirtin ser milên xwe û birin goristana şehîd Delîl Sarûxan.
Malbatên têkoşeran hine û find rakirin û şêniyên bajarê Qamişlo jî wêneyên têkoşeran, alên YPG/YPJꞌê û hêzên asayîşê hildan. Tilîliyên dayikan bilind bûn û dirûşmên "şehîd namirin" hatin qîrîn.
Dema girseya gel gihişt goristanê, bi merasîmeke leşkerî deqeyek rêz hat girtin.
Di merasîmê de, fermandara YPJꞌê Evîndar Denîr axivî û bal kişand ser cihê welat di dilê şervanên azadiyê de û wiha axivî: "Ji bo ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin, divê em şopdarên rêya wan bin. Rêya wan rêya azadiyê ye. Axa Rojava ya pîroz bi xwîna şehîdan hatiye avdan."
Midûrê buroya karûbarên olî ya Kantona Cizîrê El-Şêx Mihemed El-Qadirî fedekariya şervanan ji bo parastina welatê xwe vegot û da zanîn ku wan bi têkoşîna xwe hezkirin û girêdana xwe bi welatê xwe nîşan dane.
Hevseroka PYDꞌê Asya Ebdullah di destpêka axaftina xwe de, tevahî şervanên azadiya Kurdistanê bibîr anî û şehadeta wan a li welat, Rêberê gelê Kurd û malbatên şehîdan, pîroz kir.
Asya anî ziman ku bi ked û berxwedana têkoşeran gelek serketin bi dest ketine, jiyaneke azad, Rêveberiya Xweser û jiyaneke hevbeş hatiye avakirin û got, "Berxwedana wan wê jiyaneke nû ji nifşên pêşerojê re ava bike."
Asya di dawiya axaftina xwe de, soz şopandina rêya hemû têkoşerên li ser rêya azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirine da û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Piştî axaftinan, nasnameyên şervanan ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zevîn Mihemed ve hatin eşkerekirin û li ber strana "negirî dayê" (li ser daxwaza Bahoz Qamişlo) cenazeyên şervanan spartin axê.
Di dawiya merasîmê de, keça şehîd Diyar Qamişlo strana "dil dixwaze here cengê" got û diyarî bavê xwe kir.