Li Farqîn a Amedê, şewata ku ji ber êrîşên bi top û hawanan ên Qereqola Malabadê derket, kêlî bi kêlî gur û belav dibe.
Şewata ji ber êrîşên bi topan, di serî de xwe li bejahiya gundên Dêrika Miqurê, Başimtê, Mala Hirmo û Gaza Hecî Çerkezê derket, ber bi malan ve belav dibe.
Wesayîtên arkujiyê nikarin xwe bigihînên cihê şewatê. Tevî Hevşaredarê Farqînê Kerem Canpolat gelek welatî ketine nava tevgerê û hewl didin şewatê vemirînin.
Canpolat ê çû herêma şewatê got, "Şewat li qadeke gelek mezin didome û her diçe ber bi malan ve nêz dibe. Em ji hêlekê ve şewatê ditefînin, ji hêlekê ve jî ji bo mal neşewitin tevdîrê digirin. Lê me hê şewat kontrol nekirine."
Dûyê bi ser herêmê ve ketiye, ji navenda bajêr jî tê dîtin.