Gerîla li ser hev derbeyên xurt li artêşa Tirk dide

Gerîlayên HPG/YJA-Star, li ser hev derbeyên xûrt li artêşa Tirk didin. Di şerê li Şemzînan yê di 31’ê Tîrmehê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî encamên çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê, têkildarî detayên çalakiyên hatin lidarxisin ev agahî parvekirin:

COLEMÊRG

“29’ê Tîrmehê derengiya şevê Artêşa TC’ê operasyonek bi ser qadên di navbera gundên Serero û Bêtkarokê ya girêdayî Şemzînan a Colmergê daye destpêkirin. Hêzên me yên ku operasyon dîtin, leşker xistine bin kontrola xwe û 31’ê Tîrmehê saet 07.30-19.30’an li Taxa Meydanê şer dest pê kiriye. Di vî şerî de ji dehan zêdetir leşkerên dijmin hatine kuştin.

Li qada ku ji helîkoptêr, obûs, hewan û tangan re bûyî hedef ziyan gihaye hin malan û li zevî û xaniyan şewat derketiye. Her wiha gundê Serero ji hêla dijmin ve bi zorê hatiye valakirin. Têkildarî operasyonê wê agahî piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

AMED

30’ê Tîrmehê saet 19.00’an Hêzên me bi ser qereqola Gir a Licê ya Amedê êrîşek birine. Ji çekên navîn û ferdî leşkerên ku li dora konteynirê civiyane bi awayekî xurt hatin lêxistin û her wiha çeper û kûleyek jî derb xwarin. Piştî çalakiyê artêşa TC’yê qadên derdorê bi obus û hewanan bombe kiriye, bi 3 helîkoptêrên Skorsykyê mirî û birîndarên xwe rakirine. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Rêber Amed hatiye kirin.

WAN

29’ê Tîrmehê saet 21.00’an artêşa TC’yê li qada Guzedere ya Wanê operasyon kriye, operasyon 31’ê Tîrmehê bê encam qediyaye. Leşker li gundên Darbabîlya, Çoxê, Spîrîz, Xirabe û Erîsayê yên li qada Guzeldereyê kemînan datînin.
31’ê Tîrmehê saet 18.30’an hêzên me yên YJA Starê bi ser qereqola Şamanisê ya Payizava de, çalakiyeke sekvaniyê li ser leşkeran pêk anîne, li vir leşkerek hatiye kuştin.

ÇEWLIG

31’ê Tîrmehê saet 22.00- 23.00’an hêzên me yên YJA Starê li nêzî gundê Sigiyê yê li ser rêya Çewlig-Erziromê rê kontrol kirine. Li vê derê ji hêla hêzên me yên ku rê kontrol kirine, li gel ku berê dengê xwe li wan kiribûn jî dîsa hevkariya xwe bi dijmin re didomandin, 2 wesayîtên kargeha bi navê Interê hatine şewitandin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYÊN 2 GERÎLAYAN

Di nav çarçoweya operasyona Şoreşger a Şehîd Xebat Aktepe de 29’ê Tîrmehê saet 17.10’An hêzên me yên Gerîla, bi ser kaşên di navbera gundên Davuşa û Seyîdan de, ên li ser rêya Colemergê operasyoneke berfireh li dar xistine. Di vê çalakiyê de 2 hevriyên me şehîd ketine. Nasnameyên hevalên me yên ku bi lehendî şer kirine û şehîd ketine wiha ne:

Nasnav: Ardil Naberde
Nav Paşnav: Hakan Baglî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê:Wan
Navê Dê û Bav: Nazîfe - Nûsret
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg- 29’ê Tîrmeha 2016 
***
Nasnav: Şoreş Qoser
Nav û Paşnav: Ridvan Sariboga
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Sariye –Osman
Cih û Dîroka Şehadetê Colemrêg- 29’ê Tîrmeha 2016

...