Li Şirnexê ‘Ji bo qetlîamên AKP’ê’ wê serî li DMME’yê bidin

Qetlîamên li Şirnexê hatin kirin dibin DMM’yê. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hat gotin: “Ji bo hikûmeta AKP’ê bê darezandin, divê gelê Şirnexê daxwazname ji bo DMME’yê bişîne.”

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên herêma Botanê û malbatên Şirnexî Ji bo ku "Qedexeya kolanan" rabe û hesaba komkujiyê ji hikûmeta AKP'ê bê pirsîn ji bo ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bidin kampanyaya "bila qedexe rabe" dan destpêkirin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê ji bo kampanyayê daxuyanî li avahiya HDP'ê ya bajarokê Dêrgulê dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Parlementerê Agiriyê Berdan Oztûrk hevşaredar Serhat Kadirhan, hevşaredarên bajarokê Kumçatiyê Mehmet Demir û Ozlem Kûtlû,Hevserokê HDP’ê yê bajêr Sekvan Kilinçû rêveberên HDP,DBP,KJA û MEYA-DER jî di nav de bi sedan kes amadebûn.

Daxuyanî Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan xwed û Kadîrhan bi bîr xist ku qedexeya ku li Şirnexê 5 meh e berdewam dike.û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Zilma ku bi salan e dewlet li ser gelê kurd dimeşîne hina jî li Şirnexê berdewam dike. Walîtiya Şirnexê 3'ê hezîranê got ku li Şirnexê operasyon xelsabûne. Lê du meh e qedexeya li Şirnexê berdewam dike."

DEM,DEMÊ KU EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN E

Kadirhan diyar kir ku ji bo ku AKP hesabê komkujiyan bide û qedexe li ser Şirnexê rabe ew Wê serî li DMME'yê bidin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ger darbekaran ew "qedexe" li bajarên kurdan îlan kiribe û qetlîam pêk anîbe niha çima AKP dawiyê li van qedexeyan naîne. Lê ew jî lîstoka AKP'ê ye. Ji ber ku niha AKP'e polîtîqaya darbekaran berdewam dike. Em jî wek hilbijartiyên vî gelî ji bo ku "qedexeya derkeftina derve" rabe û hesaba komkujiyan ji AKP'ê bên pirsîn wê serî li DMME'yê bidin. Ji bo ku vê yekê jî me kampanyaya "bila qedexe rabe" daye destpêkirin."