Kêlîyek jî be, me dilê zarokên Sûrê xweş kir

Şaredariya Sûrê ji bo zarokên navçeya Sûrê bernameyeke ger û geştê lidar xist, zarok birin li Mêrdînê gerandin.

Şaredariya Sûrê ji bo zarokên navçeya Sûrê bernameyeke ger û geştê lidar xist, zarok birin li Mêrdînê gerandin.
Zarokên navçeya Sûrê bi ger û geşata li cihên dîrokî ên bajarê Mêrdînê kêfxweş û dil şad bûn û mirov
dikaribû di rûyên wan ê biçûk de kêfxweşiya wan bibîne.

Di bernameya ku ji alî gerînendehiya çandê ya şaredariya Sûrê ve hatibû organîzekirin de komek
zarokên Sûrê ku ji 25 kesan pêk dihat ên ku di şert û mercên normal de derfetên malbatên wan tune
ne ku zarokên xwe derxînin ger û geştê, bi saya vê bernameyê gereke xweş li bajarê Mêrdînê kirin û
gelek cihên balkêş û xweş naskirin.

zarokan di rêya Mêrdînê de bi serkêşiya rehberê geşt û seyranê ji xwe re stran gotin û bi bigihiştina
Mêrdînê re, piştî xwarinê zarok li cihên dîrokî û turîstîk ên bajarê Mêrdînê hatin gerandin.

Gerînendeya karên çandê ya şaredariya Sûrê Saadet Delîktaş der barê vê ger û geşta zarokên navçeya
Sûrê de wiha nêrînên xwe anîn ziman û got: “Di hemû deverên ku şer lê hene bandora herî
zêde û herî xirab li ser jin û zarokan dibe. Navçeya me ya Sûrê jî ji ber ku demeke dirêj şer û alozî lê
hatin jiyîn bandoreke gelekî xirab li ser derûniya zarokan kir, lewra bi vê ger û geştê ger çend kêlîk bin
jî me xwest ku em dilê zarokên xwe xweş bikin û kêliyek be jî em kenê li ser rûyê wan bibînin; Ji aliyekî
din ve jî ew ger bû şensekî baş ji wan zarokan ku gelek deverên dîrokî bibînin û biçin serdana mizgeft,
kilîse, dêr, Medrese û gelek cihên din ên dîrokî”.

Piştî ku ew ger û geşta zarokan ê Mêrdînê bidawî bû ji bo zarokan atolyeke xebatê hate lidarxistin û ji
zarokan hate xwestin ku tiştên ku di vê geşta xwe de dîtine li ser kevir û kaxizan xêz bikin.

...