Li Fransa ji bo azadiya Ocalan çalakî belav dibin

Ciwanên Kurd ên li paytet Parîs a Fransayê dijîn, ji bo azadiya Ocalan daketin kolana. Wê li welat di 3-4-5’ê Tebaxê de çalakiyan li dar bixin.

Li paytext Parîs a Fransayê di pêşengtiya Ciwanên Kurd de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya ku li Qada Repûblîq, tim dirûşmên bi Fransî qîr dikirin.

Li ser navê ciwanên ku 5. Kongereya Komelên Ciwan silav kirin Erîş Amed axivî û wiha anî ziman: “Şehîd Andok û Şehîd Axîn û tevahî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi bîr tînin. Wê tola qetlîama Qamişloyê bê rakirin û wê bi serkeftina operasyona Minbicê wê tola tevahî Şehîdên Rojava bê rakirin. Em weke ciwanên ku li Ewropayê dijîn, heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk naînin ji ne ji qadan û ne jî dawî li çalakiyên xwe tînin.”

SALNAMEYA ÇALAKIYAN

Plansaziya çalakiyên hefteyekê yên CDK-F Parîs û derdorê wê eşkere kir. bang li hemû kurdistaniyan hate kirin ku beşdarî çalakiyan bibin. Plansaziya CDK-F’ê wiha ye.

 “3’yê Tebaxê

Bi armanca bîranîna şehîdên Şengal û azadiya Ocalan li herêmên Creîl, Vîllîers le bel, Darancy, Vîlleneûve, Evry û Normandîa di saet 19:00’an de mîtîng bên lidar xistin.

4’ê Tebax

Ji bo azadiya Ocalan di saet 19:00’an de li BGare De Lyonê, di pêşengtiya TEV-ÇAND’ê de wê çalakî bên lidar xistin.

5’ê Tebaxê

Li Darncy, Grîgny, Normandîa û Vîllîers le bel, ji aliyê Meclîsa jinan ve wê ji bo CPT’ê name bê şandin.

4-5’ê Tebaxê

Li Rennesê wê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon a 2 rojan bê lidar xistin.”

...