Dersîmiyan li ser rewşa Ocalan name ji saziyên navneteweyî û hikûmetê re şandin

Li Dersîmê têkildarî tecrîda li ser Ocalan name ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, CPT’yê û Wezareta Edaletê re hate şandin.

Li Dersîmê DBP’ê, HDP’ê, KJA, MEYDA-DER’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên cur be cur li Kolana Hunerê hatin cem hev û ber bi avahiya PTT’ê ve meşiyan. Di çalakiyê de ku li Kuçeya Hunerê pêk hat, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang hate kirin û hate gotin, tecrîd wê şer giran bike.

Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Hulya Er di çalakiyê de got: "Em li ser navên saziyên Dersîmê nameyan ji bo CPT’yê, Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Edaletê re dişînin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tecrîdeke li ser şexsê Rêbertiyê ye. Tecrîdeke li ser tevahiya gelê Kurd, li ser şoreşger, sosyalîst û demokratan e. Êdî ji bo ku li kuçeyan şer, kaos zêdetir nebe em dixwazin tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan were rakirin."

Piştî axaftinê Hevserokên Bajêr ên DBP’ê Mûrat Polat û Hulya Yer, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Aslan Çag, Hevşaredara Dersîmê Nûrhaya Altûn, nûnerên KJA, MEYA-DER’ê û yên saziyên rêxistinên civakî û gel çûna avahiya PTT’ê û name şandin.