KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
37 çete hatin kuştin
Di şerê Minbicê de 37 çete hatin kuştin û cenazeyê 15 çeteyan jî ketin destê Şervanên Meclîsa Leşkerî a Minbicê. -
Gelek sîvîl hatin rizgarkirin
Şerê navenda bajarê Minbicê bi dijwarî didome, hat ragihandin ku Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelek welatiyên sîvîl û rê û Çerxerêya El-Cezîra yên li rojhilatê bajêr rizgar kirine. -
Li Çelê cenazeyê 9 leşkeran hatin wergirtin, gelek leşker winda ne
Li rêya Colemêrg-Çelê hatibû daxuyandin ku di şerê mabeyna gerîla û leşkerên Tirk de 5 leşker hatine kuştin. Lê, gelê li herêmê ji qada şer 9 cenaze wergirtin, ji gelek leşkeran jî agahî nîne. -
Qurbaniyên komkujiya Qamişloyê ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Ji qurbaniyên komkujiya Qamişlo ku di 27’ê tîrmehê de pêk hatibû, cenazeyên 12 kesan ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin. -
Şervanên Minbicê rê û Pira El-Bîzar rizgarkirin, şer didome
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî rizgarkirina Taxa El-Keclî ya ji destê DAIŞ’ê, rê û pira El-Bîzar jî ji çeteyan paqij kirin. şerê dijwar li Taxa El-Neîmî di nava şervana û çeteyan de didome. -
Li Minbicê El Keclî ji çeteyan hate paqijkirin
Operasyona azadkirina Minbicê dewam dike. Şervanan, Taxa El Keclî ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. -
Koordînasyona Civaka Êzidî: Divê hovîtiya li Şengalê wek Jenosît bê qebûlkirin
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk, bi boneya salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyek da û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê. Koordînasyonê bang li Êzidî û derdorên Navneteweyî jî kirin. -
Li Şemzînan û Dêrikê 23 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê diyar kir, di çalakiyên bi ser wesayita zirxî ya bi tîpa Ejder a li gundê Kozberî ya Dêrika Mêrdînê û ya bi ser konvoya leşkerî ya Şemzînana Colmerê 23 leşker hatine kuştin, 8 ji van jî POH’î ne. -
HPG: Li Colemêrgê di çalakiya fedaî de 15 polîs hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya fedaî de ku 27’ê Tîrmehê li dijî qereqola Depin Polîs a li Colemêrgê hate lidarxistin, 15 POH mirin. -
Şehîdên Qoser, Wan, Gimgim û Sêrtê hatin ragihandin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameyên kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Qoser, Wan, Gimgim û Sêrtê jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir. -
Hejmara şehîdên li Qamişloyê bû 52 kes
Ekîbên lêgerîn-rizgarkirinê diyar kirin ku ji bin xirbeyan 2 cenazeyên din derxistine. Ji ber vê hejmara mirovên di êrîşa bombeyî a li Qamişloyê de şehîd bûne gihîşt 52 kesî. -
Şervanê Minbicê Çiya Til Temir spartin axê
Cenazeyê cangoriyekî rizgariya Minbicê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê sedan kesî ve hate oxirkirin. -
YPS’ê nasnameyên şehîdên li Cizîrê eşkere kir
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, nasnameyên şervan û sivîlên ku di berxwedana xwerêveberiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane weşand. Di daxuyaniya YPS’ê de hatibû diyarkirin ku 66 şervan û 213 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Kelar: Hêzên PDK’ê divê rexna xwe bidin
Yek ji Fermandarê Sehaya Şengalê yê HPG’ê Agît Kelar, diyar kir divê hemû Kurdistanî rexneya xwe bidin, ji bo ku careke din komkujî pêk neyên divê hemû ciwanên Êzîdî tevlî nav refên YBŞ/YJŞ’ê bibin û têbikoşin. -
NAV-DEM’ê ji bo 30’ê Tîrmehê bang kir
NAV-DEM’ê ji bo meşa li Bîelefeldê ku wê 30’ê Tîrmehê têkîldarî Qetlîama Şengalê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Cenazeyên 2 cangoriyan ku li Helebê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
Cenazeyên têkoşera YPJ’ê Adar Hêvî û têkoşerê Ceyş El-Siwar Hemûd ên ku di şerê rizgarkirina Seken Şebabî de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin verêkirin. -
Li Minbicê derba giran li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di operasyona duh a li rojavayê bajêr de depoteyeke sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin. -
Tevgera Azadî: Êrîşa li Qamişloyê li dijî jiyana hevpar e
Tevgera Azadî Komalgeha Kurdistanê ya li herêma Kerkûkê daxuyaniyek nivîskî weşand û qetlîama li Qamişloyê lenet kir. -
Malazgîrt: Artêşa Tirk nikare li Zagrosan serwer bibe
Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt konsepta şer a ku bi şerê 24’ê Tîrmeha 2015’an re kûr bûyî û tiştên ku di vê pêvajoyê de qewimîne, ji ANF’ê re nirxand. -
Dîmenê wesayîta zirxî ya ji aliyê gerîla ve hat teqandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyek li hemberî konvoya leşkerî ya roja 10'ê Tîrmehê diçû qereqola Bezelê ya Şemzînanê weşand. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû, ku di vê çalakiyê de 9 leşker hatine kuştin. -
Fermandariya YBŞ'ê: Em ê hesabê Qamişlo bipirsin
Fermandariya YBŞ'ê li ser komkujiya 27'ê Tîrmehê ya li Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û soz da ku ew ê hesab ji qetlîamkeran bipirsin. -
Gelek sivîl ji Minbicê hatin rizgarkirin
Bi qasî hezar sivîlên li navenda bajarê Minbicê ji aliyê DAIŞ'ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn, hatin rizgarkirin. Ev sivîl niha li herêmên ewle ne. -
Li Minbicê 35 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke dijwar birin ser gundên li bakurrojavayê Minbicê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tundî bersiv dan û di encamê de 35 çete hatin kuştin. -
Nasnameyên şehîdên komkujiya Qamişlo diyar bûn
Nasnameyên welatiyên ku di komkujiya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane, diyar bûn. Der barê 9 kesan de jî agahî nayê girtin. -
Leşker û polîsên Tirk weke 'xenîmeta şer' dest datînin ser malên gel
Leşker û polîsên Tirk, di dema 'qedexeya derketina derve' ya li Nisêbînê de dizî li malan kirin. Ji bo welatiyên nerazîbûn nîşanî vê yekê dan jî gotin, "Li vir şer heye, eşyayên em dibin, xemîneta şer e."