Li ser rêya Colemêrg-Çelê, li nêzî gundên Dawoş û Dereva Seyîdan navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk ên derketîbûn operasyonê de şer qewimîn û heta derengê şevê dom kir. Di şer de ku li her du nuqteyan pêk hatin, li gor daxuyaniya Serfermandariya Tirk 5 leşker miribûn, 8 leşker birîndar bibûn û leşkerek jî winda bû.
Çavkaniyên herêmî yên li qada şer jî ragihandin ku tenê 9 cenaze wan bi xwe ji qada şer girtine û gelek leşker jî winda ne.
LEŞKERÊN WINDA NAYÊN DÎTIN!
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku yekîneyên leşkerî yên rê girtine li gel xwe keyeyê gundê Geçîmlî û hin welatî jî rawestandine, diyar kir ku gelek welatî li çoltera gundê Davoşê li leşkerên winda digerin.
Li herêmê tevgera leşkerî didome.