KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPS'ê li Cizîrê ceza li ajanekî birî
Şervanên YPS'ê li Cizîrê, ajanekî bi navê Dogan Dal ceza kirin. Li navçeyên Tûşba û Artemêtan ên Wanê jî çalakî lidar xistin. -
Cenazeyên 8 şervanan li Kobanê û Hesekê hatin veşartin
8 şervanên di Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê û Hesekê bi merasîmên girseyî hatin veşartin. -
Kiziler: Êzidî bi Tevgera Azadiyê li sîsika xwe vegeriyan
Govanê Qirkirina Şengalê rojnamevan Hayrî Kiziler got, PDK a ku Êzidî bi tenê hişt, hê jî hewl dide civakîbûna Şengalê parçe bike. Kiziler diyar kir, di rizgariya Êzidiyan de Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî ristekî diyarker bû. -
15 şehîd bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin
Cenazeyên 14 şervanên di Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan û endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin -
Amed: Nema dibe Şengal ji derve ve bê birêvebirin
Endama Dîwana Serokatiya KONGRA-GEL Amed: "Şengal ne bi rêveberiyeke wiha ku ji derve ve tê ferzkirin, wê bi qirkirinê re rû bi rû dihêle, naparêze lê bi xwerêberiyeke ku bi vîna xwe pêk aniye dikare were birêvebirin." -
Dîmenê çalakiya li Şemzînanê
Dîmenê çalakiya 28'ê Tîrmehê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin. -
Canîş: Divê bihêlin malbat û parêzer biçin Îmraliyê
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cuneyt Canîş da xuyakirin, ku astengkirina hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re biyareke nehiqûqî ye, siyasî ye. -
Li Şengalê merasîma bi heybet: Wê bibe sala serketinê
Li Şengalê, ji ber salvegera komkujiya Şengalê û damezrandina YBŞ'ê merasîmek hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal li vir axivî û got, "Sala duyemîn a komkujiyê wê ji bo civaka Êzidî bibe sala serketin û pêkanîna xweseriyê." -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Denîz hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Denîz, li gundê Pornak ê navçeya Xinûs a Erzîromê hat veşartin. -
Balafirên koalîsyonê li çeteyên li eniya Mexmûrê dixin
Balafirên şer ên ser bi hêzên koalîsyonê, ji danê sibehê ve li çeperên DAIŞ'ê yên li eniya Mexmûr-Guwêrê dixin. -
Li 8 taxên Licê û Hênê derketina derve hat qedexekirin
Li 8 taxên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê, derketina derve hat qedexekirin. -
Çend wêne ji operasyona Minbicê
Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, di roja 64. de ye. Çend wêne ji vê operasyonê... -
Rewşenbîrên Başûrî: Rabûna li ber tecrîdê erka neteweyî û exlaqî ye
Rewşenbîr û akademîsyenên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku rabûna li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'erka neteweyî û exlaqî' ye. -
'Komkujiya li Şengalê hat kirin, li dijî hemû mirovahiyê bû'
Beşek ji malbatên Êzidî yên ji komkujiya Şengalê rizgar bûn, xwe gihandin gundên ewle yên li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dayikên Şengalî yên li vê herêmê qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin Û gotin, "daxwaza me vegera li xaka xwe ye." -
'DAIŞ'ê bi zorê pere ji Minbiciyan distand'
Minbiciyên ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûn gotin, çeteyan xerac li ser gel ferz dikirin û cezayên giran li wan dibirîn. -
'Ez ê bi têkoşîna xwe, tolê ji DAIŞ'ê hilînim'
Gerîlaya YJA Starê Hêza Şengalî, ku piştî komkujiya li Şengalê tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Ji bo hilanîna tola jinên di destê DAIŞ'ê de ne, ez tevlî bûm. Ez ê heta dawiyê şer bikim û di rêya azadiyê de bi rengekî serketî bimeşim." -
'Heta Ocalan azad bibe em ê li qadan bin'
Nûnerên Kurdan nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. -
'Bi qasî DAIŞ'ê, PDK jî ji Komkujiya Şengalê berpirsyar e'
Ji fermandarên HPG'ê yên li Şengalê Rojhilat destnîşan kir, ku ji komkujiya çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê di sala 2014'an de li Şengalê kir, PDK jî berpirsyar e. Rojhilat bang li ciwanên Êzidî kir, ku tevlî nava refên YBŞ/YJŞ'ê bibin. -
Şervanên Minbicê pêşve diçin, şer didome
Şerê li Taxa El Xesaniyê û Şêx Eqîl ê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û DAIŞ’ê de dewam dikin. Pêşveçûna şervanên Minbibê dewam dike. -
Ji bo definkirina cenazeyê Taşçi astengiya Rewşa Awarte: Li goristanê dest bi nobedê hatiye kirin
Polîsan ji bo definkirina cenazeyê şervana YPS-JIN’ê Pervîn Taşçi, astengiya Rewşa Awarte nîşan da.Malbatê jî diyar kir ku cenaze bi vî awayî defin nakin û li goristanê dest bi nobedê kirin. -
Cenazeyê şervanê YPS’ê Demîr piştî mehan hate teşxîskirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Mehmet Demîr ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe di ji dest dabû, piştî 5 mehan û şûn de hate teşxîskirin. -
Heyeta Rojava Kerkûk ziyaret kir
Heyeta Rojava ya ku ji bo civînan çûbû Başûrê Kurdistanê, îro li Kerkûkê rêze hevdîtin pêk anîn. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Arslan hate girtin
Nûçegihanê DÎHA yê Qereyaziyê Mehmet Arslan, bi hinceta wêne û şopandina nûçeyê hate nîşandan hate girtin. -
Li Efrînê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Efrînê bi hezaran kes ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan. -
Çete Şêx Meqsûd bombe dikin: 2 kes mirin
Çeteyên SUK’ê Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bombe dikin. Di bombekirinê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.