Amed: Nema dibe Şengal ji derve ve bê birêvebirin

Endama Dîwana Serokatiya KONGRA-GEL Amed: "Şengal ne bi rêveberiyeke wiha ku ji derve ve tê ferzkirin, wê bi qirkirinê re rû bi rû dihêle, naparêze lê bi xwerêberiyeke ku bi vîna xwe pêk aniye dikare were birêvebirin."

Endama Dîwana Seroktiya KONGRA-GEL Raperîn Amed, di salvgera qirkirina Şengalê de ji ANF’ê re axivî.

Endama Dîwana Seroktiya KONGRA-GEL Amed diyar kir, teqez e ku Qirkirina Şengalê encama bazarekê bûye û got,"Di Qirkirina Şengalê de PDK li kû dera vê bazarê bû? Bersiv jî ew e ku eynî weke  Mûsilê, armanca sedema radestkirina Şengalê jî ew bû ku pê Şoreşa Rojava bi çeteyên kuştinê bifetisînin. Şengal li naverasta Rojhilata Navîn, ji bo Iraqê, Sûriyê û Tirkiyê xwedî pozîsyoneke stratejîk bû; serweriya li Şengalê dihate wateya serweriya li Rojhilata Navîn. Em ji dema niha baş dibînin ku dirûşmên DAIŞ'ê yên der barê avakirina dewleteke Îslamî de ji propagandayê ne wêdetir bûne, rêxistineke babir e, ku di berjewendiya armancên stratejîk ên hêzên navdewletî û hêzên xwecih û bi taybetî jî AKP de dixebite."

Amed diyar idke, Şengalê qurbanî berjwendiyên berteng ên malbatî-partiyî yên PDK’ê û têkiliyên wê yên gemarî yên bi AKP’ê re hat kirin. Bi berdewamî dibêje, "Ez ne ji bo ku hinanan sûcdar bikim wiha dibêjim; dema ku mirov li komkujiyê, li firotina jin û zarokan a li bazaran binêre û bibîne bê çawa hatiye xwestin ku civak ji cih û warê wê were qutkirin, teqez e ku ev ê weke deqeke reş derbasî dîrokê bibe. Înkarkirina vê jî vê rastiyê naguherîne, berdêla vê giran e û teqez divê hesabê vî tiştî were pirsîn.

'ÊZDÎ BIQELIN WÊ KURDÎTÎ BIQELE'

Rêber Apo ji bo Êzdiyên ku bi hezaran salan li gel hemû komkujiyan zimanê xwe, çanda xwe, baweriya xwe parastine, ji dîrokê û hetanî niha kehniya sereke ya Kurditiyê ye gotibû, 'Êzdî biqelin Kurd jî wê biqelin.' Bi vê komkujiyê re ya ku dihate xwestin were tinekirin Kurdîtî bû, ango qonaxa dawî bû ku Kurdîtî dihate xwestin were tinekirin. Piştre wê Rojava, Bakur û Başûr bihata."

STATUYA XWERÊVEBERIYÊ

Amed di berdewamiya daxuyaniyê de wiha pê de çû: "Li gel komkujiyê jî, li hemberî ferzkirinên rêveberiya yek partiyî ya PDK'ê ku Şengalê weke milkê xwe dibîne, divê civaka Êzdî hêza xwe ya gotinê, biryarê û vînê derxîne pêş; divê xebatên Meclîsê bi awayekî berbelav birêxistin bike, divê were wê astê ku hemû pêdiviyên perwerdehiyê, aborî, tendirustî, xizmetê û hwd. bikaribe dabîn bike. Girîng e ku Şengal li cem Iraqê û Başûrê Kurdistanê bibe xwedî statuyeke taybet a xwerêveberiyê. Ji bo civakeke ku tim talokeyên qirkirinê li ser heye, hewceyiyek e ku vîneke wiha derkeve holê. Ji bo vê jî li gel xebatên parastinê û rêxistinî girîngiya xebatên dîplomatîk jî derdikeve hole.

Bi vê wateyê di xebatên du salî de ev derkete holê; Şengal êdî weke berê nikare were birêvebirin, di pêvajoya dawî de daxuyaniya Serokê PDK'ê hebû, 'li Şengalê du rêveberî nabe'. Ev tespîteke rast e, Şengal ne bi rêveberineke ku ji derve ve hatiye avakirin û lê hatiye ferzkirin, ew bi komkujiyan re rû bi rû hiştiye, lê bi xwerêveberiyeke ku vîna xwe ava kiriye dikare were birêvebirin."