Nûçegihanê DÎHA’yê Arslan hate girtin

Nûçegihanê DÎHA yê Qereyaziyê Mehmet Arslan, bi hinceta wêne û şopandina nûçeyê hate nîşandan hate girtin.

Nûçegihanê DIHA’yê Arslan ê ku li pêşiya avahiya şaredariya navçeya Qereyazi yê Erziromê hate binçavkirin û şêwirmendê çapemeniyê yê şardariyê Sînan Dûrmaz hate girtin.

Her 2 rojnamevanên ku operasyonên binçavkirinê dişopandin û wêneyên ku kişandş di malpera Whatshapê de weşandin weke hincet hatin nîşandan û bi îdîaya ku “Lêpirsîna ku bi veşartî birêve diçû wêneyê wê kişandin û di torên civakî de parvekirinê” ji aliyê dozderiyê ve îfadeya wan hate girtin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Nûçegihanê DÎHA’yê Arslan û Şêwirmendê çapemeniyê yê şaredariyê Dûrmaz ên sewqî dadgeha nobedar kirin, hatin girtin û sewqî Girtîgeha Sergirtî a Tîpa H a Erziromê kirin.