Rojnamavan Kiziler ku govanî li Qirkirina Şengalê kirî der barê rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ya têkildarî Qirkirina Şengalê wiha dibêje, "Rapor çendî erênî jî be ji ber ku dereng ma ye, hem ji hêla naverokê ve û hem jî ji ber nêzîkatiyê ve ne têrkar e.
'RAPORA NY’YÊ YA TÊKILDARÎ QIRKIRINÊ ERÊNÎ YE, LÊ NE TÊRKAR E'
Beriya her titşî diviya pênaseya Êzidî bihatana kirin û ya PDK’ê û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ev di raporê de nîn in. Êzidiyên ku îxanet li wan hatiye kirin û ber bi nemanê ve mane di raporê de hene, PDK ya ku îxanet kirî heye lê li hêla din gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê hene, ku bi 7 kesan çiya hate girtin û bi deh hezaran Êzîdî ji qirkirinê xilas kirine. YPG heye ku bi vekirina korîdora mirovahiyê bi sed hezaran Êzidî rizgar kirin. Diviya ev hemû bihatana pênasekirin.
Ya pêşî, PDK, beriya ku bibêje, 'ez diçim' Êzîdî bi destê DAIŞ'iyên barbar ve hiştin. Ya din, YPG, korîdora mirovahiyê ya ku kesî nediwêrî pêk bîne, vekir û bi sed hezaran Êzdî rizgar kirin. Ev tespît rast in û erênî ye ku ev di rapora Neteweyên Yekbûyî de cih girtin."
'PDK DI DEMA SEDDAM DE JÎ ÊZIDÎ BI HOVITIYÊ RE RÛ BU RÛ HIŞTIN'
Kiziler got, "Hê salên 1970’yî PDK li Şengalê xwe bi rêxistin dike. Êzidî Kurd in û welatperwer in. Hingî ferman bi ser wan de hatibûn, bi hêviyekê xwe nêzî Şengalê kirin. Dema ku rejîma Baasê hinekî bi ser PDK’ê de çû, PDK ji Şengalê vedikişe. Ev jî dişibe rewşa îro. Êzidî bi rejîma hov a Seddam-Baasê re rû bi rû dimînin."
Kiziler dibêje piştî 2003’an, bi dagirkirina Iraqê ya ji hêla Emrîka ve PDK li gel hikûmeta navendî ya Iraqê ku nû hatibû çêkirin, dibe şîrîkê îdarî, siyasî û leşkerî yê Şengalê jî û vê weke 'serdema reş' a têkiliyên PDK’ê û Şengalê pênase dike. Kiziler wiha pê de diçe, "Serdemeke wiha dest pê dike ku PDK bi endamtiya PDK’ê, bi meaşan, bi têkilîbûna malbat bi malbat, eşîr bi eşîr, bi dayina îmtiyazan a ji bo reîsên eşîran civakê parçe dike û dixe bin îpotekê."
'TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ DERSA ÎNSANÎ DA HEMÛ MIROVAHIYÊ'
Kiziler têkildarî rista Tevgera Azadiya Kurdistanê ya dema Qirkirina Şengalê de dibêje, "Bi ya min di arênaya navneteweyî de têkilî, biryar, dîtin an jî nedîtin hemû li ser siyasetê û berjwendiyê ne. Ên ku di nav têkiliyên berjewendiyên de bûn nexwestin bibînin, lê rastî derketin holê, divê bibînin. Di sedsla 21. de drameke mezin a mirovahiyê rû da. Tevgera Azadiya Kurdistanê dersa mirovahiyê da hemû dinyayê. Bi vekirina korîdora mirovahiyê re Êzidî dîsa gihandin jiyanê. Ev hemû bi îxanet, dram, trawma, berxwedan, lehengî ve ji hêla çapemeniya azad ve hatin belgekirin û ji hemû dinyayê re hate ragihandin."