YPS'ê li Cizîrê ceza li ajanekî birî
Şervanên YPS'ê li Cizîrê, ajanekî bi navê Dogan Dal ceza kirin. Li navçeyên Tûşba û Artemêtan ên Wanê jî çalakî lidar xistin.
Şervanên YPS'ê li Cizîrê, ajanekî bi navê Dogan Dal ceza kirin. Li navçeyên Tûşba û Artemêtan ên Wanê jî çalakî lidar xistin.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser encamên çalakiyên xwe yên li Wan û Şirnexê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:
ŞIRNEX/CIZÎR
"Di êvara 31'ê Tîrmehê saet di 21:30 de, yekîneyên me li taxa Nûh a Cizîrê, kesekî sîxurî dikir ceza kirin. Ajanê bi navê Dogan Dal ê di şerê berxwedanê yê sala 2016'an de ji çeteyên qesrê re sîxurtî dikir û ev karê xwe yê qirêj her dewam kir, hat cezakirin.
WAN
Di êvara 28'ê Tîrmehê de, li taxa Akkopru ya navçeya Wan Tûşbayê, yekîneyên me yên YPS-Jinê qemyonek û wesayîteke polîsekî teqawît şewitandin.
Roja 1'ê Tebaxê, li taxa Suphan a navçeya Wan Artemêtanê, yekîneyên me li hemberî panzerekê çalakiya sabotajê pêk anîn. Derb li vê panzerê ket, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyên qesrê nehat zelalkirin."