Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Denîz hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Denîz, li gundê Pornak ê navçeya Xinûs a Erzîromê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Denîz, li gundê Pornak ê navçeya Xinûs a Erzîromê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Denîz (Demhat Xinûs) ê li bejahiya gundê Badan ê navçeya Mûş Gimgimê di 6'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, ji gora bêkesan a li Mûşê hat derxistin û anîn gundê Pornak ê navçeya Xinûs a Erzîromê.
Darbesta cenaze li pêşiya gund ji aliyê Hevşaredara Xinûsê Gulay Peker, rêveberên DBP'ê yên navçeyê û bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmeyan darbest bir goristan gund. Li dû bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Denîz hat veşartin.
Bav Bayram Denîz li vir axivî û got, "Tevî hemû astengiyan jî min cenazeyê kurê xwe anî. Lewma kêfxweş im. Kurê min ewladê vî gelî ye."
Piştî veşartina cenaze, girseya gel sersaxî ji malbatê re xwest.