BI DÎMEN

Rewşenbîrên Başûrî: Rabûna li ber tecrîdê erka neteweyî û exlaqî ye

Rewşenbîr û akademîsyenên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku rabûna li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'erka neteweyî û exlaqî' ye.

Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî jê nayê girtin, zêde dibin. Rewşenbîr û akademîsyenên ji Başûrê Kurdistanê der barê mijarê de ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Divê gelê Kurd êdî vê tecrîd û polîtîkaya dîlgirtinê qebûl neke û bi hev re heta dawiyê têbikoşe."

DR. BERWARÎ: HIN PARTIYÊN KURD Û HÊZÊN DERVE JI BO SÛDÊ JI TECRÎDÊ BIGIRIN, BÊDENG IN

Hîndekarê Zanîngeha Selahaddînê Dr. Kamûran Berwarî da xuyakirin, ku têkildarî qedandina şer û krîza li Rojhilata Navîn bi tenê Ocalan xwedî polîtîkayeke çareseriyê ye, lewma tecrîd li ser wî tê ferzkirin û got, "Dewleta Tirk ev du sal in, ji bo parastina rewşa xwe ya unîter, di nava têkoşîneke mezin de ye. Bi tesfiyeyên li nava xwe re hewl dide rêxistinbûna xwe ya dewleta faşîst biparêze. Blokeke ji hin hêzên navneteweyî, ku hin partiyên Kurd jî di nav de heye, naxwaze nêrînên Rêber Apo bigihêje raya giştî ya cîhanê. Li dijî kaosa li Rojhilata Navîn, Rêber Apo xet û projeya yekane ya çareseriyê temsîl dike. Eger di rewşa heyî de Rêber Apo derkeve nava qada siyasî, wê ti bandora hêzên mêtînger li Kurdistanê nemîne."

'TECRÎD JI BO CPT ÎMTIHAN E'

Berwarî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên CPT û hin saziyên navneteweyî yên xwe serbixwe nîşan didin û destnîşan kir, ku dem hatiye ev saziyên navneteweyî xwe îspat bikin ku serbixwe ne. Berwarî got, "36 welatên komploya navneteweyî li hemberî Rêber Apo kirin, nahêlin saziyên mîna CPT biçin hevdîtinan bikin û encamên hevdîtinên beriya niha eşkere bikin. Nabe ku saziyên serbixwe yên navneteweyî yên mîna CPT hîn bêhtir li pêşberî tecrîdê bêdeng bin. CPT û saziyên din neçar in di rojên pêş de helwestekê nîşan bidin. Eger ev neyê kirin, wê di nava raya giştî ya navneteweyî de weke saziyên serbixwe neyên dîtin. Tecrîd ji bo wan jî îmtihanek e."

Dr. Kamûran Berwarî herî dawî bang li gelê Kurd kir û got, "Êdî pêkanîna hevdîtinan wê ji bendewariyên gelê Kurd re nebe bersiv. Gelê Kurd dixwaze Rêber Apo ji zîndana Îmraliyê, ku bi neheqî tê ragirtin, derkeve. Erka sereke ya her Kurdî têkoşîna ji bo Rêber Apo ye."

HAŞIM MELE ELÎ: BERXWEDANA RÊBER APO YA LI ÎMRALIYÊ JI BO KURDAN BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Haşim Mele Elî jî destnîşan kir ku Ocalan bi têkoşîna xwe ya fîzîkî û ramanî ya li girava Îmraliyê li hemberî dewleta Tirk dimeşîne, ji bo gelê Kurd bûye çavkaniya îlhamê û got, "Birêz Abdullah Ocalan rêberê gel û fîlozofê herî bi bandor ê sedsala 21'an e. Hemû nirxandin û tespîtên wî yên heta roja îro têkildarî Tirkiye û Rojhilata Navîn kiriye, ji sedî sed piştrast bûne. Bi karê xwe yê siyasî yê rast û di cih de, ne tenê li Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê bûye çavkaniya bingehîn a têkoşîn û hişmendiya neteweyî. Di dîroka gelê Kurd de bi dehan Rêberên Kurdan derketin holê. Lê belê dema Rêberê her serhildanê ji aliyê dijmin ve ji holê hat rakirin, ew tevger jî tesfiye bû. Lê Tevgera PKK'ê û Rêber Apo sîstemeke welê afirandin, ku tevî komploya navneteweyî jî dijmin bi ti awayî bi ser neket. Berevajî, berxwedana li Îmraliyê bû çavkaniya îlhamê ji gelê Kurd re."

'DEM HATIYE EM BÊJIN ÊDÎ BES E'

Mele Elî destnîşan kir, ku dem hatiye êdî Kurd hemû bêjin êdî bes e û xwedî li têkoşîna heyî derkevin. Elî got, "Pêwîste li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, gelê Kurd bi partiyên xwe yên siyasî û tevgerên xwe, bibe yek deng. Em ê heta dengî bibin parçeyek ji siyaseta dijminên me? Pêwîste ji niha û pê ve em bêjin êdî bes e. Ocalan Rêberê gelekî ji 50 mîlyon mirovî ye. Nûnerê siyasî yê gelê Kurd e. Divê em ti carî ji bîr nekin, ku Rêberê me li zîndanên dewleta Tirk a faşîst dîl hatiye girtin. Mirovên baweriya xwe bi demokrasî û aştiya li Tirkiyeyê heye, pêwîste li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin." Mele Elî destnîşan kir, ku ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan.

DR. HAŞIM ZEBARÎ: TECRÎD NÎŞAN DIDE KU SIYASETA ÎNKAR Û TINEKIRINA KURDAN DEWAM DIKE

Hîndekarê Zanîngeha Newrozê ya Duhokê Dr. Haşim Zebarî destnîşan kir, ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin nîşan dide, polîtîkaya dewleta Tirk a înkar û tinekirina Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. 

Dr. Zebarî got, "Bêguman pêwendiya tecrîdê bi hewldanên Rêber Ocalan û pêvajoya aştiyê ya salên bihurî heye. Ji ber ku sîstema dewleta Tirk sîstemeke ji her alî ve li ser dijminatiya li Kurdan hatiye avakirin e. Ne tenê li Bakur, li parçeyên din jî bi heman rengî ye. Hewldana darbeya leşkerî ya vê dawiyê li Tirkiyeyê rû da, bi çaresernekirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ve girêdayî ye. Erdogan û hikûmeta wî, ji roja bûye desthilatdar û vir ve bi hemû hêzên dijminatiyeke giran li Kurdan dike re, tifaq çêkirine. Tecrîda li ser Rêber Apo jî pêwendiya xwe bi vê polîtîkayê heye. Dewleta Tirk û Erdogan bi ti awayî naxwazin gelê Kurd bibin xwedî maf. Ev yek li her çar parçeyên Kurdistanê bi vî rengî ye. Bila kes xwe nexapîne."

LI DIJÎ TECRÎDÊ, BERXWEDANA NETEWEYÎ

Zebarî herî dawî diyar kir, dijminên Kurdan di şexsê Ocalan de êrîşî nasname û berjewendiyên neteweyî yên Kurdan dikin û li hemberî van êrîşan bal kişand ser girîngiya berxwedana neteweyî. Zebarî got, "Rabûna li ber tecrîda ku dewlet Tirk di çarçoveya polîtîkaya xwe ya înkar û tinekirinê dimeşîne de, ji bo hemû Kurdan erka neteweyî ye. Ne tenê wezîfeya partiyeke siyasî ye. Êdî şermezarkirin an jî weşandina belavokekê têrê nake, ew dem derbas bûye. Divê Kurd hemû, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar hemû bi hev re dakevin qadan û ji bo azadiya Ocalan têbikoşin."

...