BI DÎMEN

'Komkujiya li Şengalê hat kirin, li dijî hemû mirovahiyê bû'

Beşek ji malbatên Êzidî yên ji komkujiya Şengalê rizgar bûn, xwe gihandin gundên ewle yên li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dayikên Şengalî yên li vê herêmê qala hovîtiya DAIŞ'ê kirin Û gotin, "daxwaza me vegera li xaka xwe ye."

Beriya niha bi du salan, li pêş çavên tevahiya cîhanê, çeteyên DAIŞ'ê ferman li Kurdên Êzidî rakirin. Çeteyên DAIŞ'ê hê jî li Minbic û gelek deverên din sivîlan qetil dikin, komkujiyan dikin. Lê çeteyên DAIŞ'ê hovîtiya herî mezin ku wê ti carî di dîroka mirovatiyê de neyê ji bîrkirin di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Kurdên Êzidî kir. Êzîdiyên ku karîbûn xwe ji vê komkujiyê xilas bikin berê xwe dan çiyayê Şengalê. Her wiha gelek kesan jî berê dan cihê ji çeteyên DAIŞ'ê dûr. Parî parî belav bûn. Hinek li bajar û gundên Başûr û hinek ji wan jî ber bi Bakur û Rojavayê Kurdistanê ve reviyan. 30'î malbatan berê xwe dane Deşta Nehlê, ku ev deşt nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dayikên şahidiya wan rojane kirine, ji ANF'ê re qala koçberî û rewşa xwe ya niha kirin.

NAAMÊ ÎRBEYÎ HECÎ: WÊ EV KOMKUJÎ TI CARÎ NEYÊ JI BÎR KIRIN

Dayika bi navê Naamê Îrbeyî Hecî ku ji Başîqa ye, wiha behsa terka cih û warên xwe kir; "Em sê malbat bi erebeyê ji Başîqa derketin. Ji me re agahî hat, gotin; 'DAIŞ tê ser we'. Em hemû derketin çiyê. Tiştek li gel me nebû. Ne xwarin ne av û ne jî tişteke din li gel me hebû. Em çawa gihîştin Mehedê gotin; 'wê DAIŞ êrîşî Mehed Îsîfnî bike'. Em piştî wê hatin Zînewe li gel seyterê em bûn du beş. Hinek ji me çûn Sersîngê û em beşeke jî hatin deşta Nehlê li dibistanê bi cih bûn. Em li dibistanê bi cih bûn, li vir jî gotin; 'wê DAIŞ werê'. Em 10 rojan birçî bûn. Em li ser cadê razan, neketin dibistanê jî. Piştre xelkê van gundên dorber hatin û alîkariya me kirin. Xwedê ji wan razî be. Xwarin, cil û berg ji me re anîn. Ev dibistan paqij kirin heta ku em bikevinê. Û ev bû du sal in em li vir dijîn.." 

Dayika Naamê Hecî wiha dewam kir; "Xelkê herêmê teqsîr nekir, em ji wan razî ne. Alîkariya wan em ji bîr nakin. Lê em tenê ji Xwedayê xwe tiştekî dixwazin; ew jî vegera li cih û warê xwe, gihîştina malbatên xwe ye. Em tenê aramiyê dixwazin, bila aramî hebe bila em tenê nan û çayê bixwin. Em hêvîdar in wê tola me ji DAIŞ û hevkarên wî were hilanîn. Çeteyên DAIŞ ne tenê ji bo Êzîdiyan, ji bo hemû gelan hêzeke xetere ye. Komkujiya li Şengalê hate kirin, di dîrokê de nehatiye dîtin. Ev Qetilîam di şexsê Şengalê de li hemberî hemû cîhanê hate kirin. Lê cîhanê lê temaşe kir û alîkarî neda. Di serî de hikûmeta herêmê alîkarî neda. Kesên xwe da çiyayê Şengalê xilas bûn. Lê bi hezaran jin û keç ketin destê DAIŞ'ê. Ma ev ne zilm be çi ye? Gelo ev ne zilma herî mezin e?"

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI MIROBÛNÊ BÊPAR IN'

"Li Şengalê şerefa me birin. Hemû jinên me birin. Hovîtiya ku li jinên me li Mûsil û Reqqayê pêkanîn di ti olan de nîne. Encex kesên para xwe ji mirovatiyê negirtibin vê hovîtiyê bikin. Rast e em xilas bûn û niha li vir dijîn. Lê me her tiştê xwe li peyî xwe hişt. Em ji vê jî razî ne. Me Êzidiyan her tim başî xwestiye. Hem Êzidiyên li dervayî welat û hem jî yên di nav Iraqê de. Li gel me heram e tu malê kesên din desteser bike û komkujiyan bike. Lê li gel wan her tişt ji rêzê tê dîtin. Keçên 9-10 salî tecawizî wan kirin û ew hemîle hiştin. Ma ev tiştekî bê qebûl kirine? Ev di dîroka cîhanê de nehatiye dîtin. Ez ji Xwedê û hemû parêzvanên mafên mirovan û dewletên cîhanê dixwazim, bila ji me re bibin alîkar. Û em ji bilî parastina bi ewle tiştekî din naxwazin."

BEYDA DAXÎL REŞÎT: BILA HEMÛ ÊZIDÎ BIBIN YEK Û XWE BIPARÊZIN

Dayika bi navê Beyda Daxîl Reşît jî axivî û wiha behsa wê pêvajoyê kir; "Ez ji Başîqa me. Em ji ber zilma DAIŞ'ê koçber bûn. DAIŞ êrîşî me kir û wisa ji cihê xwe derketin hatin vê mintiqê. Şert û mercên me pir zor derbas dibe. Jiyana me di hemû alî de zor derbas dibe. Em dixwazin vegerin cihê xwe, lê em ji DAIŞ'ê ditirsin. Em parastinê dixwazin. Her wiha ez ji hemû Êzîdiyan re dibêjim bila xwe bikin yek. Bila bi xwe parastina xwe bikin."    

HEDÎL MIHRIYES HESEN: PKK'Ê XWE GIHAND ŞENGALIYAN

Dayika bi navê Hedîl Mihriyes Hesen da zanîn ku eger PKK'ê xwe negihandiba Şengalê wê komkujî bi ser biketa û got; "Ez jî jinek Êzidî me û ji Başîqa hatim vir. Ev du sal in em ji cihê xwe koçber bûne. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi ser Şengalê de girtin em reviyan. Me dema bihîst ku çeteyan çi anîne serê jin û gelê me di nava Şengalê de, wê demê me dizanîbû wê çete werin Başîqayê jî. Em derketin û me berê xwe dan vê herêmê. Em hinek rojan di erebê de, hinek rojan li kolanan razan û birçî man. Me nedizanî wê ev şer wiha dirêj bike. Em dema ji cihê xwe derketin me got em ê di demeke kin de vegerin. Ji ber wê me tiştek bi xwe re ranekir. Me pir êş û zorî kişand. Piştî du rojan em gihîştin vir. Hevalên PKK'ê, hatin serdana me. Me cara yekem PKK'ê didît. Ji me re gotin; 'çi ji were pêwîste bêjin em ê temîn bikin.' Li rewşa me pirsîn, bi me re eleqedar bûn. Pir baş nêzî me bûn. Gotin li vir doktorên me hene pêwîstiya we hebe em we bibin nexweşxanê. Me digot êdî hemû Şengal û çiyayê wê, kete destê DAIŞ'ê, dema keç, kur, zilam, zarok û jinên Şengalê birin. Me got wê li me jî weke jin, keç û xortên Şengalê bikin. Çeteyan ne tenê êrîşî milk û malê Şengalê kir. Êrîş mirovên wê kirin. Her yek bi cihekî ve belav kirin. Quwet li Şengalê hebû lê ew neparastin. Gelê Şengalê bi xwe jî bawer nedikir wê Şengal bikeve. Lê ji bo wan bû şoqeke mezin. Me xwe xilas kir û rewşa me jî weke ya wan e."

'ARMANCA PKK'Ê AZADIYA TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE'

Hedîl Hesen axaftina xwe wiha dewam kir; "Ev fermana 73'an bû, li me Êzidiyan rabû. Ji ber ku parastina me nîne. Ger em vegerin cihê xwe jî eger ku parastina me ya navdewletî nîn be em ê xwe bi ewle hîs nekin. A niha hêzên parastina Şengalê hene. Ez hêvîdarim xwe mezin bikin û parastina xelkê Şengalê bikin. Eger ku yekbûn û hevparî hebe wê parastina navxweyî çêbibe. Eger Şengalî hemû xwe bikin yek wê bikaribin parastina xwe bikin. Niha li Şengalê berxwedanek mezin tê meşandin. Tevî hemû êrîşên çeteyan jî berxwedanek tê dayîn. Gelek cih ji çeteyên DAIŞ'ê hatin parastin. Gelek ji wan di cihê xwe de man û teslîm nebûn. Gelek keç, xortên Şengalê li gel PKK'ê parastina xaka xwe kirin. Di armanca PKK'ê de tenê ji bo gelekî yan olekî şerkirin nîne. Ew ji bo hemû însaniyetê şer dikin. Ji bo wan ne nasname yan jî ol girîng e, ji bo wan nasnameya însanbûn û azadiya mirovan girîng e."

Hesen gotina xwe wiha bi dawî kir; "DAIŞ dest daniye ser hemû milk û malên me, eger em niha vegerin tê wê wateyê em ê vegerin mirinê. Ji ber ku DAIŞ hîna di gelek cihan de heye, em nikarin vegerin cihê xwe. Eger hêzek hevbeş şer neke û her cihî rizgar neke wê hebûna çeteyan bidome. Ez dizanim niha hêzên YBŞ'ê li Şengalê hene û parastina Şengalê dikin. Ez hêvîdarim wê hemû herêma di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Daxwaza me ew e hemû herêm bi ewle bijîn û em jî careke din vegerin xaka xwe."

...