Cenazeyên 8 şervanan li Kobanê û Hesekê hatin veşartin
8 şervanên di Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê û Hesekê bi merasîmên girseyî hatin veşartin.
8 şervanên di Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, li Kobanê û Hesekê bi merasîmên girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên şervanên azadiyê Ebû Heleb (Salih Mehmûd), Ebû Ebdo(Mustefa Mehmûd), Faris Zagros (Şiyar El-Elî), Nûman Amed (Yûsif Akay), Rênas Dildar (Remedan Qoliklîk) û Demhat Kobanê (Ehmed El-Ehmed) ên di Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.
Cenazeyên Ebdullbaqî Xelîl (Metîn Bêkes) û Hesen Mehmûd (Emîn) jî li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin.
Li her du şehîdgehan merasîmên leşkerî hatin lidarxistin. Di axaftinên li van merasîman de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin. Her wiha soz hat dayîn, ku ji bo parastina destketiyan û bi ser xistina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ew ê hîn bêhtir bixebitin.
Li dû axaftinan, nasnameyên şehîdên azadiyê hatin xwendin û belgeyên şehadetê radestî malbatan hatin kirin.
Cenazeyên şervanêna zadiyê li ber tilîliyan hatin veşartin.