'Heta Ocalan azad bibe em ê li qadan bin'
Nûnerên Kurdan nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
Nûnerên Kurdan nerazîbûneke tund nîşanî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bi ti awayî kes nikare wî bibîne, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hîn bêhtir hat şidandin. Gelê Kurd ji tenduristî û ewlekariya Ocalan bi fikar e û li qadan hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê nîşan dide.
Hevserokê HDP'ê yê Bêrecûkê Yûsûf Yeşîltepe, Hevserokê HDP'ê yê Xelfetiyê Aydin Çoban û Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan.
AYDIN ÇOBAN: HETA KU SEROK APO AZAD BIBE, EM Ê LI QADAN BIN
Hevserokê HDP'e yê Xelfetiyê Aydin Çoban da xuyakirin, ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl nakin û destnîşan kir, ku ti aliyê hiqûqî yê vê tecrîdê nîne. Çoban bal kişand ser hesasiyeta gel a di vê mijarê de û got, "Ji ber ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ti agahî ji Serok Apo nayê girtin, gel di nava tirs û fikaran de ye. Ji ber van fikaran, em hemû bi rengekî topyekûn ji bo Serok Apo daketin qadan. Heta ku agahî ji Rêberê me bê girtin, em ê li qadan bin. Ji bo azadiya Serok Apo em ê dengê xwe li qadan bilind bikin. Heta Serok Apo azad bibe em ê li qadan bin."
YÛSÛF YEŞÎLTEPE: WEKE GELÊ KURD EM JI JIYANA RÊBERÊ XWE BI FIKAR IN
Hevserokê HDP'ê yê Bêrecûkê Yûsûf Yeşîltepe jî destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta sor a gelê Kurd e û bibîr xist, ku Ocalan ji bo gelê Kurd sedema aştî û şer e. Yeşîltepe xwest, tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin û diyar kir, şert e mercên azadiyê yên Ocalan werin afirandin. Yeşîltepe got, "Tevî ku mafekî destûra bingehînî ye, zêdeyî saleke bi rengekî nehiqûqî destûr nayê dayîn malbat û parêzer hevdîtinê bikin. Weke gelê Kurd em ji vê rewşê gelekî bi fikar in. Heta ku şert û mercên jiyanê yên Birêz Ocalan bên sererastkirin em ê li qadan bin. Girîng e gelê me di vî warî de hişyar û baldar be."
AYŞE DÛRMÛŞ: DIVÊ TECRÎD DERHAL BÊ RAKIRIN
Hevşaredara Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş jî da xuyakirin, ku ew hem darbeya leşkerî hem jî darbeya sivîl şermezar dikin û da zanîn, piştî hewldana darbeyê ya şeva 15'ê Tîrmehê, tecrîdeke din li ser Ocalan hatiye ferzkirin. Dûrmûş destnîşan kir, ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û anî ziman, divê derhal destûr bê dayîn ku malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bike. Dûrmûş got, "Em dixwazin, qet nebe destûr bê dayîn malbat hevdîtinê bike. Di hevdîtinên beriya niha de Birêz Ocalan bal kişandibû ser xeteriya darbeyê. Ji bo gelê Kurd mijara herî hesas rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Pêwîste bi rêya heyetê ji gelê Kurd re rewşa tenduristiyê ya Rêberê wan bê ragihandin."