Ji bo definkirina cenazeyê Taşçi astengiya Rewşa Awarte: Li goristanê dest bi nobedê hatiye kirin

Polîsan ji bo definkirina cenazeyê şervana YPS-JIN’ê Pervîn Taşçi, astengiya Rewşa Awarte nîşan da.Malbatê jî diyar kir ku cenaze bi vî awayî defin nakin û li goristanê dest bi nobedê kirin.

Cenazeyê şervana YPS-JIN’ê Pervîn Taşçi (Berjîn Amarg) a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Mêrdîn ber bi Amedê ve bi rê kirin. Îro li xwestin ku cenaze defin bikin, lê ji ber astengiya polîsan nîv saetê hate rawestandin. Polîsan diyar kir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û tilîlî, îşareta serkeftinê û dirûşim nayên qîrikirin.

BANG LI GELÊ AMADÊ HATE KIRIN

Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dicle li ser goristanê axivî û diyar kir ku ev 42 sal in li ser gelê Kurd Rewşa Awarte tê pêk anîn û wiha got: “Ji me dixwazin em 3 meymûniyê bilîzin. Em 3 meymûniyê nalîzin. Em ê cenazeyê keça xwe weke tê xwestin di nav tilîliyan de defin bikin. Li dora goristanê dorpêç kirin, mîna nêçîrvanek li benda nêçîra xwe li benda me ne. Em ji vir naçin. Em ê li ser cenazeyê xwe bin.” Dîcle bang li hemû gelê Amedê kir ku xwedî li cenazeyên xwe derbikevin.

Dîcle destnîşan kir ku wê îşev li ser cenaze nobedê bigirin, Dicle bang li gelê Amedê kir ku sibehê saet 18:00’an hem ji bo definkirina cenazeyê Taşçi, hem jî ji bo cenazeyê Şervanê YPS’ê Mehmet Demîr ê ku di berxwedan xwerêveberiya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû kom bibin.

Cenazeyê Demîr beriya 3 mehan hatibû teşxîskirin, lê ji ber ku polîsan navnîşan nedîtibûn agahî nedabûn malbatê. Dîsa ji bo girtina cenazeyê şervana YPS-JIN’ê Eda Kurtay (Axîn Şîlan) a ku di berxwedan xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû bigirin, wê malbat sibehê biçin Cizîrê.

Polîsan goristan dopêç kiriye û malbat jî bibiryare ku bi vî awayî cenazeyê xwe defin neke.