Gerîlaya YJA Starê Hêza Şengalî, ku piştî komkujiya li Şengalê tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Ji bo hilanîna tola jinên di destê DAIŞ'ê de ne, ez tevlî bûm. Ez ê heta dawiyê şer bikim û di rêya azadiyê de bi rengekî serketî bimeşim."
ZENDA DÎROK
BEHDÎNAN/ANF
çarşem, 3 gelawêjê 2016, 07:14
Fermana 73'an a li Kurdên Êzidî rabû, di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê pêk hat. Ev komkujî jî mîna komkujiyên beriya xwe, di hiş û mejiyê Kurdan de bi cih bû. Hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hê jî dewam dike. Aqûbeta gelek jinên Êzidî yên di komkujiyê de çeteyên DAIŞ'ê ew revandin, hînê ne diyar e. Êş û hêrsa ji ber vê komkujiyê, di nava Kurdên Êzidî de weke du sal berê ye. Di vê komkujiyê de herî zêde jin û keçên Êzidî hatin hedefgirtin. Jinên Êzidî wek xenîmetê li bazaran hatin firotin.
Gerîla Hêza Şengal yek ji keça ku ji fermanê hatiye rizgarkirin e. Şengalî, demekê di destê çeteyên DAIŞ'ê de dimîne. Ew jî weke keç û jinên esîr hatin girtin, rû bi rû hovîtiya DAIŞ'ê tê. Şahidiya hemû êşên bi serê gelê wê de hatî, dike. Hêza Şengalî, bi wesîleya duyemîn salvegera komkujiyê, tiştên ku bi serê wê û gelê wê ve hatî, ji ajansa me ANF'ê re nirxand.
'EZ BI RÊYA MALBATEKE KURD RIZGAR BÛM'
Gerîla Hêza Şengalî di destpêka axaftina xwe de kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin nava Şengalê, hovîtiyên ku bi ti awayî di dîroka mirovatiyê de nehatin dîtin, kirin. Gelê me kom bi kom qetil kirin. Zarok, ciwan, kal, pîr yek bi yek dikuştin. Ji ber ku em Kurdên Êzidî bûn, em qetil kirin. Ji ber ku em xwedî baweriyek cuda bûn ev qetlîam kirin. Jin hemû kom kirin, weke xenîmet girtin û hînê bi hezaran xwişk û dayikên me di destê wan de ne. Ez jî çend heyvan di destê çeteyan de bûm. Di nav jin û keçên hatin revandin de ez jî hebûm. Hinek birin Mûsil û yên din jî birin Sûriyeyê an go bajarê Reqqayê. Hemû firotin dewletên din, hemû belav kirin. Em hezaran di cihekî de kom kiribûn. Her carê çeteyan dihat hinek ji wan jinên esîr dibirin, lê me nedizanî dibin ku derê. Li me hemûyan tirsa man û nemanê peyda bûbû. Ez ji wê mala ku em hemû tê de bûn qut kirim. Û birin malekê. Di wê malê de dayikek Kurd hebû. Ez çar mehan li gel wê sekinîm. Piştre hatin ez birim maleke din. Li wê derê jineke Êzidî hebû, ew jî girtibûn. Li wê derê min derfet dît û ez reviyam. Min xwest ez xwe bighînim cihekî bi ewle û ji DAIŞ'ê xilas bibim. Ez çûm Reqqayê cem malbateke Kurd."
Şengalî di axaftinê xwe de bal kişand ser alikariya malbata Kurd a ji wê re û wiha dewam kir; "Dayik û bavê ku ez çûme mala wan ez ji Reqqayê derxistin û anîn gundekî nêzî Kobanê. Êdî ez ji çeteyên DAIŞ'ê xilas bûbûm. Piştre wê malbetê agahî dane şervanên Kurd. Li ser wê, şervan hatin ez birin Kobanê. Wê demê min heval qet nas nedikirin. Li wir ez demekê li gel hevalan sekinîm. Nêzîkatiyên hevala ên germ û ji dil bandoreke mezin li min kirin. Hevalan min nas nedikirin, lê dîsa jî her tim min diparastin. Piştre ez hatim Serêkaniyê û li wir sê mehan gel hevaleke jin mam. Min biryara tevlîbûna nav refên gerîla da. Min ji hevalan re got; 'ez dixwazim tevlî we bibim û biçim çiya. Hevalan min şandin çiyê."
'PKK HÊZA RIZGARKIRINA GELAN E'
Hêza Şengalî di dema rizgariya ji destê DAIŞ'ê de tevgera PKK'ê nas dike. Ew dizane ku gerîla ji bo rê li pêşiya komkujiya mezin a li Şengalê bigire berê xwe dane Şengalê. Şengalî wiha dewam dike: "Ez ji bo tola dayikên ku li ber çavên min bi rojan êş kişandin, hêsir dibarandin û bi hesreta zarokên xwe her dem digiriyan hatim serê çiyê. Di zîndana de serê min li ser çokên wan bû. Çavên wan ji hêsiran ziwa nedibûn. Ew zarokên ku tenê ji ber Êzidî bûn ji têhna hatin fetisandin. Zilma ku ji destê wan çeteyên xwînxwar dîtin, ji bîra min naçe û wê neçe jî. Her çiqas gelê me bi dehan caran bi vê zilmê re rû bi rû ma be jî min bi xwe êdî nikaribû li hember vê zilmê tenê bêdeng bimînim. Nabe ku gelek ji ber baweriya xwe bê qetilkirin. Lê em ji bo wê hatin kuştin. Cezayekî wiha ji dervayî wehşetê tiştek din nîne. PKK'ê tenê di nav vê komkujiyê de hêza ku li Êzidiyan xwedî derket bû. Qaşo Şengal di bin ewlehiya hêzên PDK'ê de bû. Lê roja komkujiyê hemû reviyan û Şengalê ji ber vê îxanetê bû gola xwînê. Mirovahiyê jî çavên xwe ji vê mirinê re girtibû. Lê, PKK rêxistineke mirovahiyê ye. Eger gerîla xwe negihandiba Şengalê, dibe em yek Êzidî jî xilas nebûna. Bi saya gerîlayan ev komkujî bi ser neket û gelê me hate rizgarkirin. Ji ber ku felsefe û îdolojiya PKK'ê rizgarkirina gelan e. Yên ku îro jî Şengal rizgar kirin û niha jî Şengalê û Êzidiyan diparêzin PKK'yî ne."
'ŞENGAL WÊ BI RÊXISTINKIRINA JINAN AZAD BIBE'
Şengalî bal kişand ser girîngiya xweparastina jin û civaka Êzidî û banga yekîtiyê li civaka Êzidî kir. Şengalî got, "Bila gelê me êdî rastiya dijmin bizanibe û serî li hemberî van xwînxaran rake. Bi taybetî jî jinên me pêwîste xwe bi rêxistin bikin û hişmendiya parastinê bi dest bixin. Civaka me ya Êzidî ji bo zilmê bibîne nehatiye cîhanê. Ji bo ku em weke gel carek din rastî komkujiyan neyên, pêwîste em xwe bikin hêz. Pêwîste jinên Êzidî jî berê xwe bidin qadê tekoşînê û gavên ku ber bi azadiyê ve tên avêtin, ew jî bibin parçeyek ji wê. Piştî fermana 73'an tenê bi yekbûnê û têkoşînek mezin em dikarin destên dagirkeran bişkînin. Ji ber wê jî hêza yekbûyî ji bo civaka Êzidî girîng e."
Şengalî axaftina xwe bi van gotinan qedand; "Ji ber jinek Êzidî me pir serbilind im û ji ber ku ez cihê xwe di nava refên gerîla de digirim du caran serbilind im. Felsefeya Rêber APO ya ku her dem têkoşînê mezin dike, wê ji bo hemû gelan û civaka Êzidî jî azadiyê bîne. Ez ê jî heya dawiyê şer bikim û têkoşîna li hember dagirkeran mezin bikim. Ez ji hemû dayikên Êzidî û dayikên şehîdan re silavên xwe rê dikim û dibêjm pêwîste neyê jibîr kirin ku Şengal bi xwînê xira bû û bi xwînê jî ava bû. Erka me ew e, bi cihanîna hêviyên wan şehîdan û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane."