BI DÎMEN

Heyeta Rojava Kerkûk ziyaret kir

Heyeta Rojava ya ku ji bo civînan çûbû Başûrê Kurdistanê, îro li Kerkûkê rêze hevdîtin pêk anîn.

Heyeta Rojava ya ku saetên sibehê ji Silêmaniyê çû Kerkûkê, li gel Waliyê Kerkûk û partiyên siyasî, bi hêzên gerîlayên HPG , YJA-STAR û Pêşmergeryan ên ku di parastina Kerkûkê de cih dirin re di çeperan de ziyaret kirin.

Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ku ji Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mûslim, Hevserokê Sîstema Federala Bakûrê Sûriyeyê Mensûr Selom, Cigirê Hevserokê Kantona Cizîrê Efram Îshaq, Rêvebera Kongreya Star a li Helebê Sûat Hesen û Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso, Nûnerê Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Şêrzad Êzidî pêk dihat, îro serdana Kerkûkê kirin û ji aliyê Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ve hatin pêşwazî kirin.

Hevserokê Sîstema Federala Bakûrê Sûriyeyê Mensûr Selom di serdanê keyfxweşiya xwe anî ziman ku yekem care serdana bajarê Kerkûkê dike û got; "Kantonên Rojava, di rewşekî bi hev re jiyankirinekî asayî de ye. Bi hev re karîn xwe li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi parêzin. Jiyanekî hevbeş heye. Terorîstên DAIŞ'ê bi berdewamî winda dikin. Ber bi tinebûnê ve diçin. Ji rexmê ku ewên li hemberî ezmûnên me der dikevin û ambargo li hemberî Rojavayê Kurdistanê pêk dianîn jî, yekdengî û yekgirtina me li hemberî hemû astengiya bi serket. Me karîn ezmûnên xwe bi parêzin û heya ji bo mirovahiyê bigihîn federasyonê. Wê di demek nêzîk de bajarê Minbicê jî bi tevahî were azad kirin.

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm jî di hevdîtinê de axivî û wiha anî ziman; "Hemû miletê me şanaziyê bi ezmûnên Rojavayê Kurdistanê dikin. Em ligel Sûriyeyekî demokratîk û federalî de ne. Di navbera Kerkûk û Kantonên Rojavayê Kurdistanê gelek xalên hevbeş hene."

Kerîm destnîşan kir ku qurbaniyên Rojava, di heman demê de qurbaniyên Kerkûkê ne. Kerîm bal kişand li ser şerê DAIŞ'ê û penabarên hatine li Kerkûkê û diyar kir ku niha derdora 600 hezar penabar ên ji pêkhateyên Tirkmen, Ereb û Kurd ên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyane li Kerkûkê hene. Kerîm destnîşan kir ku wê pêşeroja Kerkûkê xelkê Kerkûkê bi xwe destnîşan bike.

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên jinan ên di şerên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bi serketî bû, pêwîste piştgiriya wan bê kirin û got ku pêwîste peywendiyên me xurtin bibin.

Kerîm herî dawî diyar kir ku Kerkûk li benda îlankirina Federasyona Rojavayê Kurdistanê ye da ku gel nûnerên rasteqînên xwe hebin.

Heyetê piştî ziyaretkirina rêxistina  Tevgera Civak Azadiya Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya bajarê Kerkûkê û buroya navenda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) a bajarê Kerkûkê û şûn de serdana gerîlayên HPG, YJA-STAR û Pêşmergeyên ku li eniyên Kerkûkê jî ziyaret kir.

 

...