Cenazeyê şervanê YPS’ê Demîr piştî mehan hate teşxîskirin
Cenazeyê şervanê YPS’ê Mehmet Demîr ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe di ji dest dabû, piştî 5 mehan û şûn de hate teşxîskirin.
Cenazeyê şervanê YPS’ê Mehmet Demîr ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe di ji dest dabû, piştî 5 mehan û şûn de hate teşxîskirin.
Şervanê YPS’ê Mehmet Demîr (Harûn Bagok) ê di berxwedan xwerêveberiyê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û di “Qedexeya kolanan” ya li Cizîrê de ji hêla hêzên dewletê ve bi awayekê qorsanî li gundê Dehlabî ya Şirnexê hatibû definkirin. Malbata Demîr ji bo testa DNA’ê yê mînakên xwînê dabûn. Piştî 6 mehan malbata Demîr cenazeyê kurê xwe teşxîs kir. Ji bo malbata Demîr cenazeyê kurê xwe wergirin îro serî li dadgeha Şirnexê dan.
Piştî ku destûr ji dadgeha Şirnexê ve hat dayîn malbatê ji bo cenazeyê kurê xwe defin bikin cenaze ji gundê Dehlabî wergirt û ber bi Amedê ve ketin ser rê.