KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk êrîşî gundê Endîwerê kir
Arteşa Tirkiyeyê 4’ê Tebaxê saet di 01:20’an de êrîş bir ser çeperên hêzên YPG’ê yên li gundê Endîwerê. -
Mirin jî li ber be, Minbicî berê xwe didin qadên azad
Tevî êrîşên çeteyan jî Minbicî ji nava lepên DAIŞ’ê direvin û berê xwe didin herêmên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin. -
Fermandar Civyan: Erka me ya li Şengalê hê neqediya ye
Fermandarê HPG’ê yê Herêma Şengalê Civyan: Divê sîstema ku siberoja civaka me ya Êzidî ewle dike, xwe bi xwe bi rê ve dibe û diparêzer, were naskirin. Pêwîste li Şengalê sîstemeke xweser û demokratîk hebe. -
Rihayî ji bo azadiya Ocalan li qadan e
Çalakiyên Nobeda Azadiyê yên li Rihayê mezin dibin. Rihayî dibêjin, heta tecrîd bê rakirin û azad, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakger her wiha dixwazin muzakere bên destpêkirin. -
Qurbaniyên Qirkirina Şengalê li Başûrê Kurdistanê hatin bîranîn
Bi tevlîbûna endamên Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Azad, Heyeta Desteka Jinê ya Meclîsa Jinê ya Şengalê, REJAK û parlamenteran li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin û bang li her kesî hat kirin, ku bêhtir xwedî li Şengalê derkevin. -
Taxa El-Tel û dibistana El-Sewra ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, taxa El-Tel û dibistana El-Sewra, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Bayik: 12 fedayiyên Şengalê rûmeta mirovahiyê parastin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku 12 fedayiyên Şengal ji komkujiyê parastin nîşan dan, ku Kurdistan bêyî hêzeke fedayî nikare bê parastin. Bayik bang li Êzidiyan kir ku xwedî li Êzîdxanê derkevin. -
'Şengal a xwe bi rê ve dibe wê bibe bersiv li xiyaneta dîrokî'
Şahidê komkujiya li Şengalê Cîgirê Serokê PADE Emer Salih da xuyakirin, ku PDK'ê xiyaneteke dîrokî li civaka Êzidî kir û got, "Şengal a xwe bi rê ve dibe, wê bibe bersiv li vê xiyaneta dîrokî." -
Nuqteyên stratejîk ên Minbicê ji çeteyan hatin paqijkirin
Li navenda bajarê Minbicê cih li çeteyan teng bûye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Sûk El Hal û herêma pîşesaziyê ji çeteyan paqij kirin. Li navenda bajêr şerekî dijwar diqewime. -
Şervanên YPS'ê Taşçi û Demîr li teniş hev hatin definkirin
Şervana YPS-JIN Pervin Taşçi û şervanê YPS'ê Mehmet Demîr ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê li tenişta hev bi alên kesk, sor û zer hatin definkirin. -
Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Kaya hate girtin
Alîkarê Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Tarik Kaya ê ku duh hatibû binçavkirin, bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye’ hate girtin. -
Gerîlayên HPG’ê û TÎKKO’yê rê kontrol kirin
Gerîlayên HPG’ê û TÎKKO’yê li herêma Çiçexlî ya di navbera navçeya Xozat û navenda Dersimê de rê kontrol kirin, ajokra di der barê pêvajoyê de agahdar kirin. -
DBP’ê qirkirina Şengalê şermezar kir
DBP’ê Qirkirina Şengalê şermezar kir û wiha got: ‘’Bi DAÎŞ’ê re, bi tevlêbûna hin navendên hêz stratejiya qirkirina Kurdan ava kirin.’’ -
Qirkirina Şengalê hate lenetkirin, ji Ocalan re azadî hate xwestin
Li bajarên cuda yên Ewropayê çalakiyê daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin, Qirkirina Şengal û Qamişloyê hatin şermezarkirin. -
YPG’ê derbên giran li çeteyan didin: 242 çete hatin kuştin, rêjeyek zêde çek hatin desteserkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir. YPG’ê diyar kir ku 91 çalakî hatine lidarxistin, 242 çete hatin kuştin, 6 çete hatin desteserkirin û rêjeyek cebilxane hatin bidestxistin. -
Ji Sarokşaredarê AKP’ê pêşî bertîl, piştre geflêxwarin
Serokê berê yê şaredariya AKP’ê Ferman Yildirim bertîl teklîfî rayedarên Şaredariya Çaldiranê kir ku, xebatên rawestandina avaniyên qeçax dikirin. Piştî ku bertîl nehat qebûl kirin Yildirim gef li wan xwar. -
NAV-YEK: Bila Qirkirina Êzdiyan weke Jenosîd were qebûlkirin,Xwseriya Şengalê were nasîn
NAV-YEK’ê bi mebesta salvgera Qirkirina Êzîdiyan daxuyaniyeke niviskî da û xwest ev qirkirin weke Jenosîd were nasîn,xweseriya Şengalê were nasîn. -
Li Erîvanê jî şehîdên fermana Şengalê hatin bîranîn
Îro li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi rasthatina 2’yemîn salvegera qirkirina Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an şehîdên qetlîama Şengalê hatin bibîranîn, qirkirin hate protestokirin. -
Rejîm û çeteyan li hev dan: 43 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Di şerê mabeyna rejîma Sûriyeyê û çeteyan de ku li Heleb û Îdlibê rû da, 43 sivîlan jiyana xwe ji dest dan -
Li Kolnê şehîdên Şengalê hatin bibîranîn
Kurdistaniyên li Kolnê, kesên ku di qetlîama Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. -
Avesta: Divê gelê me li Şengalê vegere
Ji Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Avesta, qirkirina Şengalê şermezar kir, got, ew ê ji DAÎŞ’ê û hevkarên wan hesaban bipirsin. Avesta bang li gel kir da ku vegerin Şengalê. -
Li Colemêrg û Amedê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrg û Amedê çalakî pêk anîn. Herî kêm leşkerek hat kuştin. -
'Yên jiyanê li me dikin dojeh, em ê jî jiyana wan bikin dojeh'
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Me timî got, 'Jiyana bê Rêbertî nabe'. Me jiyana bê Rêbertî mîna jiyanek ji dojehê xerabtir dît. Lewma em hişyar dikin: Yên jiyanê li me dikin dojeh, em ê jî jiyana wan bikin dojeh. -
Xidir ê Şengalî: Ferman li Elmanyayê jî dewam dike
Azad Saleh Xidir ê ji ber komkujiya li Şengalê neçar ma bireve Ewropayê got, "Jiyana me ya li Elmanyayê dewama fermanê ye. Li Şengalê fermaneke fîzîkî hebû, li vir ya ruhî heye." -
Tuncel: Şandeyek bi lezgînî divê biçe Îmraliyê
Hevseroka DBP’ê Tuncel, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan da û xwest ku zûzûka li Îmraliyê hevdîtin pêk were. Tuncel got, ‘Siberoja Tirkiyê li Îmraliyê e.’