Nuqteyên stratejîk ên Minbicê ji çeteyan hatin paqijkirin
Li navenda bajarê Minbicê cih li çeteyan teng bûye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Sûk El Hal û herêma pîşesaziyê ji çeteyan paqij kirin. Li navenda bajêr şerekî dijwar diqewime.
Li navenda bajarê Minbicê cih li çeteyan teng bûye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Sûk El Hal û herêma pîşesaziyê ji çeteyan paqij kirin. Li navenda bajêr şerekî dijwar diqewime.
Li dû şerê dijwar ê duh êvarê, Sûk El Hal (Bazara Gel) û herêma pîşesaziyê yên li rojhilatê Minbicê, ketin bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Di şerê li van her du cihan de gelek çete hatin kuştin.
Li aliyê din, li navenda bajêr jî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş ve diçin. Beşeke mezin a bajêr ketiye bin kontrola şervanan. Tê gotin, li bajêr şerekî dijwar diqewime.