NÛ BÛ

'Şengal a xwe bi rê ve dibe wê bibe bersiv li xiyaneta dîrokî'

Şahidê komkujiya li Şengalê Cîgirê Serokê PADE Emer Salih da xuyakirin, ku PDK'ê xiyaneteke dîrokî li civaka Êzidî kir û got, "Şengal a xwe bi rê ve dibe, wê bibe bersiv li vê xiyaneta dîrokî."

Şahidê komkujiya li Şengalê Cîgirê Serokê PADE Emer Salih da xuyakirin, ku PDK'ê xiyaneteke dîrokî li civaka Êzidî kir û got, "Şengal a xwe bi rê ve dibe, wê bibe bersiv li vê xiyaneta dîrokî."

Fermana 73'an a li Şengalê li civaka Êzidî rabû, ji komkujiyên beriya niha cudatir, li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hat. Her kesî li pêş televîzyonan li drama sedsala 21'an a bi ser jin, mêr, zarok, extiyarên Êzidî ve hat, temaşe kir. Şopên vê komkujiyê û kiryar di hişê mirovan de cih girtin. Lê polîtîkayên qirêj ên li ser gelê Şengalê hê neqediya ye.

Cîgirê Serokê Partiya Azad û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADE) Emer Salih, rola PDK'ê ya di vê komkujiyê de, rizgariya beşek ji gelê Şengalê û rewşa niha ya Şengalê ji ANF'ê re nirxand.

Salih da xuyakirin, ku dema DAIŞ'ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir, ew ji bo Şengalê ketin nava fikaran û ji ber vê yekê li nava gund û malan geriyan û hewl dan vî şerî û sedema wî ji gel re vebêjin. Salih diyar kir, ji aliyekî ve wana hewl dan destekê bidin Rojava, li aliyê din dixwestin bala gelê Şengalê bikişînin ser xeteriyeke êrîşê ya li hemberî Şengalê.

Emer Salih got, "Lê belê PDK'ê hewl dida hem xebatên me yên ji bo Rojava hem jî hewldanên me yên hişyarkirina gel asteng bike."

PDK'Ê JI GEL RE GOTIBÛ, DAIŞ ÊRÎŞÎ VIR NAKE

Cigirê serokê PADE Omer Salih da zanîn, ku piştî ketina Mûsil û Tel Aferê fikarên gelê Şengalê zêdetir bûn û got, "Wê çaxê PDK'ê destûr nedida ku PKK hêza xwe bişîne Şengalê. Hin gerîlayên HPG'ê yên hatibûn Şengalê girtibûn. Çend hevalên ji vê komê mayî, xwe ji PDK'ê vedişartin."

Salih da zanîn, ku ew, çend hevalên wan ên ji TEVDA'yê û hin kadroyên PKK'ê li nava gundan digeriyan, hewl didan xeteriyê ji gel re vebêjin û got, "Me xwest bi keyayan re civînekê lidar bixin. Lê ev daxwaza me qebûl nekirin. Gotin 'Em bi we re civînê çênakin'. Ji ber ku beriya me rayedarên PDK'ê bi wan re civîn çêkiribûn. Keyayan fikarên xwe yên 'Dibe ku DAIŞ êrîş bike, eger êrîş bike em ê çi bikin' ji wan re ragihandibûn. Wan jî ji keyayan re gotibûn 'Biçin malên xwe, bi dilrehetî razên. Tiştekî bi vî rengî nîne, wê êrîş nekin."

Emer Salih da xuyakirin, ku dema ferman rabû, PDK reviya û gel bi çavên xwe her tişt dît, wê çaxê mirovan ji wan bawer kirin û got, "Ez jî, tevahiya gelê Şengalê jî ji vê xiyaneta dîrokî, ji komkujiyê û berxwedana gerîla ya ji bo parastina gel bûn şahid. Ji bo parastina gelê me, çi pêwîst bû me jî hewl dan bikin."

PÊŞMERGE REVIYAN, GERÎLA PARASTIN

Salih da xuyakirin, ku wî di sibeha komkujiyê de xwe gihand navenda Şengalê û got, "Wê demê pêşmergeyekî PDK'ê jî fîşekek neqetand, dest ji Şengalê berdan û reviyan. Wesayîtên xwe jî li dû xwe hiştin û reviyan. Li ser wesayîtekê doçkayek hebû. Wê demê li Şengalê hin gerîlayên HPG'ê hebûn. Hin ji van hevalan doçka anîn. Û li cihekî serwer ê çiyê bi cih kirin. Dema pêşmerge ji herêmê reviyan, hingî komek ji Şengalê, rêya Sinûnê û Dûgirê ya aliyê rojavayê çiyê girt.

Ez bi xwe jî cihê doçka hat danîn bûm. Çeteyan car carna gule berdidan. Lê belê nikarîbûn derkevin çiyê. Ji ber ku em li cihekî stratejîk bûn. Li wê derê, ciwanên Şengalî jî hatin cem hevalan û tevlî wan bûn.

Gel berê xwe da çiyê. Di wê demê de hewl da xwe bigihîne Rojava. Lê 300-400 malbatan gotin 'Em bimirin jî em ê ji Şengalê dernekevin' û li çiyê man. Dora me bi DAIŞ'ê hatibû girtin. 4 rojan gel û hevalan ne xwarin xwarin ne jî av vexwarin. Ji ber ku tiştek tinebû. Piştî çar rojan, hevalên li Rojava korîdor vekirin û xwarina nîn vir. Bi qemyonan av anîn. Li gel belav kir û hinekî gel hat ser xwe. Malbatên li çiyê man, xwe bi fêkiyên ji bostanên xwe xwedî kişrin. Heta 20 rojan bi vî rengî îdare kirin. Piştre, li dû 3 mehan kordîdor ji nû ve hat vekirin. Xwarina me ji Rojava hat. Û hûn dizanin di Mijdara 2015'an de Şengal ji aliyê gerîla û hêzên YBŞ'ê ve hat rizgarkirin."

GEL VEDIGERE, LÊ PDK NAHÊLE

Salih bal kişand ser vegera gel a li Şengalê û got, "Veger niha heye. Li gundan, bi qasî 100 malbat vegeriyan e. Gelek mirov dixwazin vegerin, lê PDK di vî wawrî de polîtîkayên qirêj dimeşîne. Mînak, PDK niha konekî jî nade mirovên dixwazin vegerin. Polîtîkayên PDK'ê yên beriya komkujiyê tê zanîn, ji xwe di dema komkujiyê de jî reviyan. Lê belê polîtîkayên wan ên niha, ji yên beriya niha xerabtir e. Mînak; ji ber ku me ders ji komkujiyê derxist û xwe bi rêxistin kir, mîna ku dixwaze me ceza bike, tevdigere. Nahêle mirovên me biçe Başûrê Kurdistanê, tiştekî ji malbata xwe re bikire, yan jî ji bo debara xwe kar bike. Berî çend rojan xwediyê dikanekê bi qemyonê eşya anîbû. Hêzên taybet ên PDK'ê yekser dest lê werdan û zehmetî derxistin pêşiya wî. Bi vî rengî dixwaze pêşî li vegerê bigire, Şengalê û civaka Êzidî qels bike û bike mûxtacî xwe."

GELÊ ME ÊDÎ PDK'Ê LI ŞENGALÊ NAXWAZE

Cigirê serokê PADE Emer Salih diyar kir, PDK dixwaze Êzidiyan bike koleyên xwe, lê civak vê qebûl nake û destnîşan kir, ku Êzidiyên li Şengalê bi tena serê xwe bimînin jî êdî PDK'ê qebûl nakin. 

Salih got, "Êdî civaka me jî xwedî hêzekê ye. Rêxistinbûn û hêza xwe ya leşkerî ava kir û bi pêş ve dibe. Niha Iraq jî PDK'ê qebûl nake. Berî hefteyekê Wezîrê Parastinê yê Iraqê got, 'Em naxwazin PDK di operasyona Mûsilê de cih bigire'. Lê hêza me, yanî YBŞ'ê qebûl dikin. Qebûl dikin ku bi qasî 6000 hezar ji hêza me tevlî pêngava Mûsilê bibe. Em li refên herî pêş cih bigirin."

Emer Salih ragihand, PDK ji bo qelskirin û ji hev xistina rêxistinbûna wan di nava hewldanan de ye û got, "Îstîxbaratê li nava me bi cih dike, bi pereyan hewl dide mirovan bikire. Lê bi van nikare encamê bigire. Mirovên me rastiya PDK'ê nas kirin. Ji aliyê rêxistinbûna xwe ve zane bûn. Bi van rêbazan nikarin bandorê li me bikin. Wekî din, eger îstîxbarata wan hebe, îstîxbarateke me jî gelekî xurt e. Her tişta wan kirin em ê berevajî bikin û li wan vegerînin." Omer Salih da xuyakirin ku niha li Şengalê ji aliyê rêxistinbûnê ve pêşketinên gelekî mezin heye û got, "Gelê Şengalê mîna berê bêrêxistin nîne. Bi perwerde û rêxistinbûyînê hêza xwe dibîne û dizane ku ne hewcedarê PDK'ê ye."

Salih herî dawî ev peyam da: "Em dixwazin gelê me li her cihî dengê me bilind bike. Kî li ku dibe bila bibe, divê rabe ser piyan û dengê me bilind bike. Ji ber ku ew roj roja îxanetê bû. Lê belê divê neyê ji bîrkirin; berevajî îxanetê Şengal wê rêxistinbûna xwe xurt bike û xwe bi xwe bi rê ve bibe. Wê bi PDK'ê, bi hikûmeta Iraqê ve girêdayî nebe."

...