Li Erîvanê jî şehîdên fermana Şengalê hatin bîranîn

Îro li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi rasthatina 2’yemîn salvegera qirkirina Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an şehîdên qetlîama Şengalê hatin bibîranîn, qirkirin hate protestokirin.

Di serî de Serokê Medya Laleş, Emo Şeroyan, Egitê Fêro, Serokê Şewra Kurdê Ermenîstanê Kinyasê Hemît, Seroka Kurdistan Komitê Jînîka Qadîr û hin saziyên din û Serokê Sefaretxaneya Litvanya û bi dehan kesên navdar û rewşenbîr ji bo çalakiyê li ber peykerê ku bihara bihurî li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi armanca bîranîna qirkirina Şengalê hatibû danîn, amade bûn.

Têkîldarî fermana li ser Êzîdiyan destpêkê Egîtê Fero yê ev peykerê bîranînê danîbû axivî û wiha nirxand; “Di wê fermanê de bi hezaran keç û jin, zar û mêrên Ezîdî hatin revandin û kuştin, şewitandin û li bazara hatin firotin. Ev ferman weke bîranînek tûj û bi eş di bîra Ezîdiyan de maye.”

Egîtê Fêro bal kişand ku tiştê bûye sedema vê fermanê bêtifaqî û bêrêxistinbûyin e û wiha got: “Ji ber vê ez bang li civaka me ya Êzîdî dikim, bes e bêtifaqî û bêrêxistinî. Ez di serî de hurmet û spasiyên xwe ji wê heza ku gelê me yê Şengalê bi dil û canê xwe parastine radigihînim.”

Piştre jî Serokê Şewra Kurdê Ermenîstanê Kinyasê Hemît derket ser dikê, li ser yekîtî û tifaqa ku divê di nav Kurdan de pêk were rawestiya û got: “Em pêwîst e xwe bi rêxistin bikin ku em karibin gelê xwe biparêzin.” Hemît di berdewama axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên Apoyî silav kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro bi saya Serok APO û PKK’ê em dikarin bêjin em Kurd in û Êzîdî ne.”

Dûvre di çalakiyê de ku pankartên qirkirina li Şengalê şermezar dikin hatin vekirin, li ser navê sazî û dezgehên din jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan girseyê gulên sor û yê spî danîn ber peykerê sembola Şengalê.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

...