Qirkirina Şengalê hate lenetkirin, ji Ocalan re azadî hate xwestin
Li bajarên cuda yên Ewropayê çalakiyê daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin, Qirkirina Şengal û Qamişloyê hatin şermezarkirin.

AACHEN
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî qirkirina Şengalê û qetlîama Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.
Çalakî di pêşengtiya Mala Gel a Kurd, Meclîsa Jinan a Denîz Firat, Meclîsa Giştî de li Elîsenbrûnnen hate lidarxistin. Kurdistaniyan ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û pankartên “Kurd di 6 metrekareyan de nayê girtin” û “DAIŞ’ê rawestînin” vekirin û wêne û posterên Ocalan li gel alên YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin.
Di çalakiyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî, ji bo CPT û Rêxistina Efû’yê ya Navneteweyî îmza hatin berhevkirin.
BÎELEFELD
Li bajarê B,elefeld ê Elmanyayê, bi boneya 2. Salvegera Qirkirina Şengalê di pêşengtiya Meclîsa Jinên Êzidî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Qada Stasyonê hate lidarxistin, li vir find hatin pêxistin, li ser paçê reş gûl hatin danîn û rêz hate girtin.
ROTTERDAM
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê bi boneya Qirkirina Şengalê ‘Çalakiyekî bêdeng’a 2 deqeyan hate lidarxistin û şanoyekî ku jiyana jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revadin hate pîşandan.
Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin û axaftin hatin kirin. Di belavokan de Fermanên ku li ser gelê Êzidî hatine kirin hate vegotin.
Çalakî bi dirûşim û tilîliyan ve bi dawî bû.