Fermandar Civyan: Erka me ya li Şengalê hê neqediya ye

Fermandarê HPG’ê yê Herêma Şengalê Civyan: Divê sîstema ku siberoja civaka me ya Êzidî ewle dike, xwe bi xwe bi rê ve dibe û diparêzer, were naskirin. Pêwîste li Şengalê sîstemeke xweser û demokratîk hebe.

Fermandarê HPG’ê yê Herêma Şengalê Egîd Civyan, di salvegera duyemîna  Qirkirina Şengalê de ji ANF’ê re axivî.

Civyan bal kişand ser hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rûdana komkujiyekê li Şengalê û got, „Di Hezîrana 2014’an de dema Mûsil hat dagirkirin, yan jî radestî DAIŞ’ê hat kirin, Rêberê me di hevdîtinek bi parêzeran re bi rengekî zelal gotibû wê hewl bê dayîn Şengal were dagirkirin. Rêbertî hişyarî kiribû û bal kişandibû ser Şengalê. Ji ber ku Rêberê me hem rastiya herêmê, hem jî hewldanên derxistina şerê mezhebî û xeteriya şerê navbera gelan rast dinirxand. Digot, ku divê tedbîr werin girtin. Bi taybetî, tespîtên wî yên li ser civaka me ya Êzidî piştî fermanê zelaltir piştrast bû.“

DIVÊ LI PLATFORMÊN NAVNETEWEYÎ BÊ NASKIRIN

Fermandar Civyan, fermana 73’an a li Şengalê rabû, piştî Qirkirinên Ermenî û Yahûdiyan weke Qirkirina Sêyemîn a Sedsala dawiyê nirxand û got, „Par li platformên navneteweyî, hewldana komkujiyê ya li Şengalê weke jenosîdê hat binavkirin. Lê belê b tenê hat binavkirin. Sedema vê komkujiyê çi bû, kê rê li ber vekir; divê ev jî were binavkirin. Roj wê were, wê hesabê van komkujiyan bê pirsîn; berpirsyar wê li pêşberî edaletê, wijdanê mirovahiyê, raya giştî ya demokratîk û li dadgehên leşkerî hesab bidin. Lê ji niha ve divê raya giştî ya navneteweyî di vê mijarê de bêhtir bi wêrekî û zelal pênase bike û hesab bipirse. Raporek di dema dawî de ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hat weşandin, di vî warî de hinekî hêvî afirand. Şê belê divê ev li platformên navneteweyî bê qebûlkirin.“

DI DEMEKÊ DE KU CÎHANÊ NEXWEST BIBÎNE, GERÎLA HAT ŞENGALÊ

Civyan destnîşan kir, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî qirkirinê biryareke dîrokî standiye û diyar diyar kir, divê civaka Êzidî vê rastiyê baş zanibe; eger hêzek xwe nespêre zemîneke bîrdozî, nespêre zemîneke neteweyî, nespêre berjewendiyên gel, her gavê dikare her tiştî bifiroşe, dikare mirovan bi mirin û komkujiyê re rû bi rû bihêle.

Civyan ragihand, hewldana komkujiyê ya 3’ê Tebaxê bû nîşaneya vê yekê û got, „Hejmara çeteyên ketin nava Şengalê çend sed bû. Ne hezar jî bû. Hejmara hêza çekdar a li vê derê jî bi qasî deh hezarî bû û çek û teknîka di dest de, dikarîbû pênc, şeş Şengalan biparasta. Wekî din, hêzên parastinê dikarîbûn pêşengî ji gel re bikira, gel bikişanda nava çeperan û berxwedanê. Lê belê ew psîkolojiya vekişandin, psîkolojiya tirsê û mirinê ya hat afirandin, psîkolojiya destberdana ji axa xwe û welatê xwe ye. Sedema bingehîn ev e. Lê belê divê were lêkolînkirin bê bi rastî bi zanebûn ev hat kirin, bi biryara navendê ve hat kirin an jî bi însiyatîfa fermandar an jî hêzên herêmî hat kirin?“

Civyan destnîşan kir, ku ev dîrok nayê ji bîrkirin, wê ji sedî sed hesabê wê bê pirsîn got, „Ji ber ku ev komkujî, hewldana qirkirinê ye.“

Civyan da zanîn, ev yek li pêş çavên tevahiya cîhanê hat kirin û wiha dewam kir: „Cîhan tev lal bû, lker bû, kor bû. Ne xwest bibîne, ne xwest bibihîze, ne jî xwest alîkariyê bide. Di demeke bi vî rengî de pêwîstî bi gaveke bi wêrekî hebû. Gava bihata avêtin wê mirovahî hemû temsîl bikira. Lewma biryara destwerdanê ya rêxistina me, biryarek li ser navê tevahiya mirovahiyê hatiye dayîn e. Vê destwerdanê bêhna jiyanê da nîv mîlyon mirovên me yên Êzidî. Weke ku tê zanîn bi rêya korîdora hat vekirin re mirovên me yê li Şengalê bi rengekî ewle derbasî Rojava û Başûr hatin kirin.“

EV DU SAL IN GERÎLA LI ŞENGALÊ DESTANÊ DINIVÎSÎNE

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan da xuyakirin, ku ji roja dagirkirina Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê û heta îro, her rojên van du salan bi berxwedan û lehengiyeke mezin derbas bûne û got, „Di nava civaka me ya Êzidî de her tim leheng, Derwêş û Edûlê hene, ku qala wan tê kirin. Di nava van du salên dawî de Derwêş û Edûlêyên hemdem, lehengên hemdem di şexsê hevrêyên me yên şehîd ketin, xwe ji nû ve nîşan dan.“

ERK Û WEZÎFEYÊN ME HÊ NEQEDIYA NE

Civyan diyar kir, ku gelek fedekarî û lehengî hatin nîşandan, lê hê jî wezîfeyên li pêşiya wan e, hene û destnîşan kir, ku hê erka wan neqediya ye.

Civyan bal kişand ser armancên hatina xwe û got, „Gelek armancên hatina me hene. Lê di destpêkê de dixwazim bêjim ku em ji bo çi nehatine; em ji bo armanceke siyasî nehatine, em ji bo parçekirina Başûrê Kurdistanê nehatine, em ji bo qutkirina Şengalê ji Başûrê Kurdistanê nehatine. Em ji bo armanca însanî hatine, ji ber erka xwe ya wijdanî û exlaqî hatine, ji ber wezîfeyên xwe yên welatparêziyê hatine. Û ev erk û wezîfeyên me hê neheqiya ne. Heta ku em soza me daye şehîdên xwe û gelê xwe bi cih bînin, em ê van erkên xwe pêk bînin.“

PÊWÎSTÎ BI JI NÛ VE AVAKIRINA ŞENGALÊ HEYE

Têkildarî belgeyên WîkîLeaks ên li ser Mûsil û Şengalê, Civyan ev nirxandin kir:

„Wezîfeyên sereke hene divê bi cih werin anîn. Berî her tiştî hin gund hene hînê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Mirovên me yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne, hene. Divê ev werin rizgarkirin. Wekî din, şerekî din şerekî giran li Şengalê rû da, xera bû. Naskirina vê komkujiyê jî têrê nake, divê berpirsyar werin darizandin. Hin belgeyên ji aliyê WîkîLeaksê ve hatin parvekirin hene, em nizanin bê çiqasî rast in. Tê de dinivîse ku Mûsil û Şengal di encama bazariyê de hatine firotin. Piştî ku ev belge hatin weşandin yek du Serokkomaran îstifa kirin, hikûmet ketin. Îdîayên cidî ne. Di belgeyên têkildarî Tirkiyeyê de tê nivîsandin ku Mûsil û Şengal di encama bazariyê de hatine firotin. Girîng e hesabê vê were pirsîn.“

DIVÊ ŞENGAL XWESER Û DEMOKRATÎK BE

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku divê li Şengalê sîstemeke xweser û demokratîk hebe û got, „Divê sîstema ku siberoja civaka me ya Êzidî ewle dike, xwe bi xwe bi rê ve dibe û diparêzer, were naskirin. Pêwîste li Şengalê sîstemeke xweser û demokratîk hebe. Pêwîste ewilî hikûmeta federal nas bike. Piştre Iraq nas bike û dûre ji aliyê sîstema navneteweyî ve were naskirin.“