Mirin jî li ber be, Minbicî berê xwe didin qadên azad
Tevî êrîşên çeteyan jî Minbicî ji nava lepên DAIŞ’ê direvin û berê xwe didin herêmên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin.
Tevî êrîşên çeteyan jî Minbicî ji nava lepên DAIŞ’ê direvin û berê xwe didin herêmên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin.
Li Minbicê ku beşeke mezin ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye rizgarkirin, gel ji korîdora hatiye vekirin re derbasî herêmên ewle dibe.
Çete dema çav li sivîlan dikevin yekser guleyan li wan direşînin. Lê tevî vê xeteriyê jî şêniyên bajêr ji nava lepên DAIŞ’ê direvin û berê xwe didin herêmên azad.
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya di 1’ê Hezîranê de destpê kir, di roja 64’an de ye. Şervan ber bi navenda bajêr ve her bi pêş ve diçin.
Her roj bi sedan jin, zarok, extiyar tên herêmên ji aliyê endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin. Çete jî êrîşî mirovên direvin dikin.
Di yek ji van êrîşan de jineke bi emrekî navîn, jiyana xwe ji dest da. Bi desteka şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re, welatî cenazeyên xwe jî radikin û berê xwe didin qadên ewle.
Li aliyêdin, yek ji çeteyên gule berda gel, ji aliyê hêzên azadiyê ve hat kuştin.