Li Colemêrg û Amedê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrg û Amedê çalakî pêk anîn. Herî kêm leşkerek hat kuştin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrg û Amedê çalakî pêk anîn. Herî kêm leşkerek hat kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîl daxuyaniyeke nivîskî weşand.
COLEMÊRG
HPG'ê diyar kir, di 31'ê Tîrmehê saet di 19:00 de, li hemberî 2 çeperên artêşa Tirk ên li dora girê Şehîd Sarîna yê li mintiqeya Gostê, çalakî hat lidarxistin. HPG'ê ragihand, di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "1'ê Tebaxê saet di 08:00 de, tîmeke me ya gerîla ya bi erka xwe radibû, li cerdevanên gundê Ewliya yê Şemzînanê rast hat. Ji ber ku cerdevanan gule reşandin gerîlayên me, ji bo demeke kurt şer derket. Tevî hemû hişyariyên hêzên me û nêzîkatiya hesas jî, cerdevanan hêzên me xistin nava şer. Piştî vî şerê dem kurt, hêzên me bi rengekî serketî ji herêmê derketin. Li dû şer, alaya Garê obus û hawan avêt cihê bûyerê."
AMED
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"2'ê saet di 19:30 de, li hemberî qereqola tîmên taybet a li navçeya Amed Pasûrê, hêzên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran a li vir nehat zelalkirin.
Artêşa TC li 14 gundên Licê û Hezroyê derketina derve qedexe kir.
Ev 3 roj in artêşa TC herêma Apê Mûsa ya li navçeya Licê bi obus û hawanan bomberdûman dike. Roja 2'ê Tebaxê li vê herêmê operasyon da destpêkirin.
Ev 4 roj in qereqola Malabadî ya li navçeya Farqînê obus û hawanan davê herêma hecî Çerkez."
NASNAMEYÊN GERÎLA
Di daxuyaniya HPG'ê de hat bibîrxistin, ku wan beriya niha ragihandibû di şer û çalakiya 29'ê Tîrmehê ya li herêma navbera gundên Şapatan û Bêtkarok û Serero yên Şemzînanê de 2 gerîlayên wan şehîd ketine û nasnameyên her du gerîlayan eşkere kir.
Nasnav: Savaş Pîran
Nav paşnav: Aydin Al
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Findo-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg
Nasnav: Zîlan Cûdî
Nav paşnav: Arzû Bîlmez
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sabûha-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2016 / Colemêrg