Avesta: Divê gelê me li Şengalê vegere
Ji Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Avesta, qirkirina Şengalê şermezar kir, got, ew ê ji DAÎŞ’ê û hevkarên wan hesaban bipirsin. Avesta bang li gel kir da ku vegerin Şengalê.
Ji Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Avesta, qirkirina Şengalê şermezar kir, got, ew ê ji DAÎŞ’ê û hevkarên wan hesaban bipirsin. Avesta bang li gel kir da ku vegerin Şengalê.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, tevlî çalakiyê ya bi mebesta bîranîna salvegera qirkirina Şengalê bû û peyamên girîng dan.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi mebesta salvegera Qirkirina Şengalê nirxandin kirin.
Avesta bi bîranîna kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, dest bi axaftina xwe kir, çete û hevkarên DAÎŞ’ê şermezar kir. Avesta malavayî li şervanên YPG-YPJ’Ê, HPG-YJA Starê û rêveberiya Kantona Cizîrê kir, berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li Minbicê slav kir û serkeftin xwest.
‘EM LI ÊZÎDXANÊ XWEDÎ DERBIKEVIN’
Avesta bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê kir û got, Kurdistaneke azad û serbixwe bê Êzîdxanê çênabe. Avesta diyar kir, Êzîdxan sîsika Kurd û Kurdistanê ye, ‘’ Heke Êzîdxan nebe, Kurdîtî ji nabe. Xwedîderketina li Êzîdxana pîroz, xwedîderketine li nirxên mirovahiyê ye.’’
‘EM Ê HESAB BIXWAZIN’
Avesta diyar kir, bi teqezî ew ê hesabê ji hevkaran bixwazin ku bi hêzên DAÎŞ’ê re hevkarî kirine û diyar kir: ‘Di ser komkujiya Şengalê re 2 sal çûn. Lê hê jî ji birînên Şengalê xwîn diçe û ev birîn hê nû ye. Hê jî bi hezaran mişextî ne, li wargehên cihê dijîn. Nikarin li Şengalê vegerin. Bi sedhezaran Şengalî weke girtiyan in. Wan hêzên ku bûne asteng li Şengalê xwedî derbikevin, pêşiya vê girtine em careke dî li ber hizûra we şermezar dikin. Hêzên ku di vê komkujiyê de cihê xwe girtine, bila baş bi vê zanibin, Rêbertiya me yê ku li Imraliyê dîlgirtî ye ji me xwest ku em li Şengalê xwedî derbikevin. Piştî vê me weke Tevgera Apoyî û KCK’ê ji hikûmeta navendî ya Iraqê û birayên xwe xwest ku rê vekin da ku em li gelê xwe xwedî derbikevin. Lê berjewendiyên wan ê siyasî destûr nedan ku em rê bidin me û em Şengalê biparêzin. Ji bo vê jî, dema ku fermanê dest pê kirî, em wekî Tevgera Azadiyê bêyî ku bikevin dudiliyekê, ji çiyayên azad me berê xwe da çiyayê Şengalê.’’
‘HEYA ŞENGAL BIBE DEMOKRATÎK Û XWESER …’’
Avesta got, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Şengalê bidomînin û diyar kir, ‘’Heya ku bibe Şengaleke demokratîk û xweser, bi zimanê xwe, xwe bi rê ve bibe, ew ê destekê bidine Şengalê.’’
Avesta got, destûrdana ku Şengalî xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin ne tenê peywira wan lê peywira hemû partiyên Kurdistanê ye û bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê kir, partiyên siyasî kir: ‘’ Lêborînxwestina ji Şengalê tê wateya naskirina îradeyê, tê wateya paqijkirina deqa reş a li ser eniya wan e û destûrdayina ku Şengal bibe ya xwe. Bila kesek li ser Şengalê nekee lîstika desthilatdariyê.’’
‘YJŞ Û YBŞ DIVÊ XURTTIR BIBE’
Avesta got divê hêzên parastina rewa yên gelê Êzdî YBŞ, YJŞ ê divê werin xurtkirin û destek ji bo wan hebe. Ji bo vê jî bang li partiyên Kurd kir ku destek bidin û bang li ciwanên Êzdî ên keç û xort kir da ku tevlî nav YBŞ, YJŞ’ê bibin.
Avesta got li ser Şengalê lîstik û plangerî hene, xwest ku destek ji bo xebata avakirina meclîsê hebe.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Avesta herî dawî bang li Şengaliyên kir ku li welatê xwe vegerin.