Rihayî ji bo azadiya Ocalan li qadan e
Çalakiyên Nobeda Azadiyê yên li Rihayê mezin dibin. Rihayî dibêjin, heta tecrîd bê rakirin û azad, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakger her wiha dixwazin muzakere bên destpêkirin.
Çalakiyên Nobeda Azadiyê yên li Rihayê mezin dibin. Rihayî dibêjin, heta tecrîd bê rakirin û azad, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakger her wiha dixwazin muzakere bên destpêkirin.
Çalakiyên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah dewam dikin. Li navçeya navendî ya Rihayê Eyyubiye û li navçeyên din Curnê Reş, Wêranşar, Serêkaniyê, Xelfetî, Pirsûs, Hewend û Sêweregê her êvarê bi tevlîbûna bi sedan kesî Nobedên Azadiyê tên girtin. Çalakiyê duh êvarê jî dewam kir.
Li navçeya Xelfetiyê, bi sedan kesên li Parka Azadiyê ya 4’ê Nîsanê li hev civiyan, pankartên bi nivîsa „Ne darbeya leşkerî, ne jî darbeya sivîl“, „Ji re azadî, ji tecrîdê re Na“ û „Hûrşît Kulter li ku heye?“ hilgirtin. Di çarçoveya biryara hat girtin de ji navçeya Bêrecûkê her şev rêveberên HDP û DBP’ê tên tevlî çalakiyê dibin. Her wiha rêveberên HDP û DBP’ê yên Xelfetiyê, Hevşaredarên Navçeyê û endamên Meclîsa Şaredariyê, tevî bi sedan kesî tevlî bûn. Di çalakiyên ku jin li refên pêş bûn, daxwaza rakirina tecrîda li ser û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyan hat kirin.
BILA TECRÎD WERE RAKIRIN, MASEYA MUZAKEREYÊ BÊ DANÎN
Hevserokê DBP’ê yê Xelfetiyê Hasan Akan bal kişand ser fikarên zêde yên têkildarî rewşa ewlekarî û tenduristiya û destnîşan kir, ku redkirina serlêdanên hevdîtinê, ne ya qebûlkirinê ye. Akan da xuyakirin, ku ew ê ti carî ji têkoşîna xwe tawîzê nedin û xwest, derhal tecrîd were rakirin û maseya muzakereyê ji nû ve bê danîn. Akan diyar kir, heta tecrîd bê rakirin û azad bibe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
EM Ê BI RÊYA ÇALAKIYAN, TECRÎDÊ RAKIN
Li navçeya Eyyubiyeyê jî, girseya gel a li parka li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê li hev kom bû, bi qîrîna dirûşmeyan xwest, azad bibe. Di çalakiyê de tim û tim dirûşma ‚Bijî Serok Apo‘ hat qîrîn.
Nobeda ji re Azadî, li Pirsûs, Wêranşar, Sêwereg û Hewengê dewam dike. Navçeyên Curnê Reş û Serêkaniyê jî dest bi girantina nobeda azadiyê kirin.