Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de 12 fedayiyên nehiştin DAIŞ berî du salan komkujiyeke giran li Şengalê bikin û girîngiya hêza fedayî ji bo parastina Kurdistanê nirxand.
Nivîsa Bayik a li ser mijarê bi vî rengî ye:
Beriya du salan DAIŞ a Tirkiyê piştevaniya vê dikir, êrîşî Şengalê kir û xwest hemû Êzîdiyan di tevkujiyê re derbas bike. Bi sedan Êzîdî hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin û bi sedhezaran jî neçarî koçberiyê kirin. Li dij vê êrîşa ku hewldana tevkujiya mezin a dîrokê bû, ji aliyê 12 gerîlayên fedayî ve hat rawestandin, bi tevahî dagirkirina Şengalê hat astengkirin. Eger îro hê jî Êzîdî hebûna xwe diparêzin, Şengal hatibe azadkirin, beşekî girîng ê qada bejayî hatibe rizgarkirin, em vê yekê deyndarê berxwedana 12 gerîlayên fedayî ne.
DAIŞ wê bi bidestxistina Şengalê ne tenê Êzîdî di komkujiyê re derbas bikira; wê Şengal wergarandiba baregeha êrîşên li dij Rojava û Başûrê Kurdistanê. Ji Mûsilê wê bi rehetî êrîşî her cihî bikira. Ji xwe yekser piştî êrîşa li dij Şengalê berê xwe da Mexmûr û Hewlerê. Gerîlayan li Mexmûrê li dij êrîşa DAIŞ‘ê li ber xwe dan û derfet nedan ku deriyê ji bo dagirkirina Hewlêrê ji wan re vebe. Li Kerkûkê li dij êrîşên DAIŞ’ê bi pêşmergeyan re li ber xwe dan û berpirsiyariya parastina Başûrê Kurdistanê bicîh anîn. Careke din hate dîtin ku hêza fedayî ya tevahiya Kurdistanê ye. Dijminê gelê Kurd hevqasî bê wîjdan in û hevqasî xwedî bi biryar in ku Kurdan tine bikin, beyî bûyina hêzeke fedayî ya parastinê ne Kurdistan dikare were parastin ne jî hebûna Kurdan dikare were parastin. Gerîla li Kurdistanê hêza fedayî ye ku dikare van tehlûkeyan berteref bike.
Li Şengalê 12 fedayiyan berxwedana xwe ji bo tevahiya miroviyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya Kurdan nîşan da. Eger li Şengalê ev berxwedan tinebûya wê serê Kurdan tewandîba, gelên Rojhilata Navîn û mirovahî bi şerma vê tevkujiyê bijiya. Ji ber vê yekê 12 fedayiyan ne tenê yê gelê Kurd, rûmeta tevahiya mirovahiyê û hemû gelên Rojihilata Navîn parastin.
Gelê Êzîdî, mîras û emanetekî bi nirx ê ku dîrokê ji me re hiştiye. Yek ji bawerî û çanda herî kevin a mirovahiyê ye ku were parastin. Her wiha xwedîderketina li kokên mirovahiyê ye û parastina nirx û dewlemendiyeke mezin e. Ji xwe eger Kurdan parçeyên xwe yên herî biçûk û bêhêz ne parastibana wê nikarîba xwe jî biparêzin. Ji ber vê yekê jî bi Berxwedana Şengalê Kurdan piştrast kir ku çi dibe bila be wê hebûna xwe biparêzin. Li aliyê din Kurdan bi nîşandana îradeya parastina ol, çand û cudahiya herî kevin a dîrokê re rêz û hurmeta tevahiya mirovahiyê standin. Hemû cîhanê dît ku Tevgera Azadiya Kurd hêza dad û wîjdan a mirovahiyê ye.
Di roja me de li cîhanê di mijara rêzdariya ji bo cudahiyan, parastina wan de tevgereke din a mîna Tevgera Azadiya Kurd hesas a ku ev yek xistina pîvana bingehîn a bîrdozî, exlaqî û wîjdanî tine ye. Bêguman sosyalîst û demokratên rast jî di vê mijarê de xwedî heman hesasiyêtê ne.
Kurdên ku bi xwe jî mîna cudahiyekê di bin xetereyê de ne, di mijara jiyana demokratîk û azad a cudahiyan ne tenê di gotinê de, di pratîkê de jî gelekî hestiyar in. Ji ber ku baş dizanin xwedîderketin û parastina cudahiyan tê wateya xwedîderketin û parastina xwe. Ev yek jî di nîşandana hasasiyeta xwedîderketina Êzîdiyan de piştrast kirin.
Yê ku hişt di mijara cihêrengiyan de Tevgera Azadiyê hevqas bi hasasiyet tevbigere Rêber Apo bû. Rêber Apo mîna weledekî Rojhilata Navîn nirxekî mezin dide hemû nasname û baweriyên li vê xakê dijîn. Vê yekê jî mîna pêwistiyeke mirovbûnê dibîne. Feraseta netewe-dewlet a yekparêz ji bo mirovahiyê mîna feraseta komkujî û êrîşê dibîne. Li dij vê feraseta komkujer neteweya demokratîk a xitabî xwezaya mirovahiyê dike anî. Bi vê yekê re jî li beranberî tevahiya mirovahiyê berpirsyariya xwe bicîh tîne. Rêber Apo ji ber vê têgihiştina xwe tim xwest Êzîdî bên parastin. Beriya êrîşa bombeyî ya 16’ê Tebax a 2002’an ku bi sedan Êzîdî hatibûn qetilkirin, beriya êrîşa DAIŞ a 2014’an di mijara parastina Êzîdiyan û Şengalê de Tevgera Azadiya Kurd hişyar kiribû. Xwestibû li dij êrîşan Êzîdî û Şengal bêne parastin. Ev hestiyarî jî derbasî dîrokê bû.
Rêber Apo dizane ku mirovahiya ku Êzîdiyan nepareze wê wîjdanê wê ziwa bibe. Bi navê dad û exlaq tiştek li holê nemîne. Rêber Apo ji bo mirovahî û Kurd karibin xwe biparêzin pêwiste Êzîdiyan biparêzin û ev yek girîng dîtiye. Hesasiyeta ku ti Êzîdî ji bo Êzîdiyan nîşan neda, Rêberê Gelê Kurd nîşan da. Parastina Şengalê derbaskirina Êzîdiyan a di tevkujiyê re asteng kir. Di rewşa ku Şengal û Laleş neyê parastin de li Ewropayê an li cihê din ên cîhanê bi sedhezaran, heta bi milyonan Êzîdî bijî jî ti wateya xwe tine ye. Dema Êzîdiyên Şengal û Kurdistanê tine bûn wê derfeta jiyanê ya Êzîdiyan namîne. Herî zêde piştî du nifşan wê bi tevahî tine bibin.
Eger ên li Ewropayê û cihên din hêna jî dikarin bêjin ‚Em Êzîdî ne‘, ev bi saya hebûna Êzîdxan û Êzîdiyên li Kurdistanê ye. Her çand li axa ku li çêbûye dikare bijî. Eger her kûlîlk li ser axa xwe bedew e û bêhna xwe ya rast dide, ev rastî ji bo bawerî û çandên cuda jî derbasdar e.
Ji ber vê yekê bi zanistiya êrîşên DAIŞ‘ê re berevajî vê armancê divê em li axa Êzîdxanê xwedî derkevin. Bi inyada li dij DAIŞ û hemû dijminan divê Êzîdî vegerin ser ax, bajar û gundên lê hebûna xwe ava kirine. Yên ji xwe re dibêjin Êzîdî gereke vê yekê mîna berpirsiyariya herî mezin a dîrokî û mirovahî bibînin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA