Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Kaya hate girtin
Alîkarê Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Tarik Kaya ê ku duh hatibû binçavkirin, bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye’ hate girtin.
Alîkarê Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Tarik Kaya ê ku duh hatibû binçavkirin, bi hinceta ‘Endamê rêxistinê ye’ hate girtin.
Alîkarê Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yê Mêrdînê Tarik Kaya ê ku duh li ber Şaredariya Qoserê dema di wesayîta xwe de bû hatibû binçavkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan îfadeya Kaya hat girtin, derxistin dozgeriyê û bi îdiay ‘Endamê rêxistinê ye’ daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Kaya îdeayên der barê xwe red kir. Li gel vê jî Kaya bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.