NÛ BÛ

Qurbaniyên Qirkirina Şengalê li Başûrê Kurdistanê hatin bîranîn

Bi tevlîbûna endamên Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Azad, Heyeta Desteka Jinê ya Meclîsa Jinê ya Şengalê, REJAK û parlamenteran li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin û bang li her kesî hat kirin, ku bêhtir xwedî li Şengalê derkevin.

Qirkirina Şengalê di salvegera duyemîn de li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.

Bi tevlîbûna endamên Tevgera Azadî, Tevgera Ciwanên Azad, Heyeta Desteka Jinê ya Meclîsa Jinê ya Şengalê, REJAK û parlamenteran li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin û bang li her kesî hat kirin, ku bêhtir xwedî li Şengalê derkevin.

SILÊMANIYE

Li Silêmaniyê duh êvarê ji aliyê Destaya Piştgiriya Jinan li Meclîsa Jinên Şengalê ve, bi beşdarbûna dehan rêxistinên jinan, perlamenteran û bi sedan jinan çalakiyek ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê hate lidarxistin.

Di dema çalakiyê de daxuyanî hate dayîn. Piştre dayika Koçer axivî û got; "Îro ji bo me Êzidiyan rojeke reş bû. Di vê rojê de çeteyên DAIŞ'ê li ser Êzidiyan komkujî pêk anîn û gelek jin, zarok û ciwanên me şehîd bûn. Bi taybetî jin, ku niha jî gelek di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne."

Piştre jî ji bo hemû şehîdên Şengalê ji aliyê jinên Êzidî ve find  hatin pêxistin. Di dawiya çalakiyê de aleke DAIŞ'ê ji aliyê jinên Êzidî ve hat şewitandin.

KERKÛK

Li Kerkûkê ji aliyê Walitiya Kerkûkê ve bi boneya 2. salvegera komkujiya Şengalê dewama fermî hate rawestandin û rêz ji bo qurbaniyên komkujiyê re hate girtin.

Saet di 13:00 de Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, Cigirê wî û bi dehan karmed derketin li ser rê û rêz girtin. Piştre jî Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji dezgehên ragihandinê re axivî  û diyar kir ku pêwîste karesata Şengalê weke jenosîd were naskirin.

ÇOMAN

Li navçeya Çomal a Hewlêrê jî ji aliyê hejmarek çalakvanên medenî ve komkujiya Şengalê hate şermezar kirin û hat xwestin  kes û aliyên ku destê wan di komkujiya Şengalê de hene bêne dadgekirin û ceza kirin.

KELAR

Bi pêşengiya RJAK’ê, li Kelarê merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Endama Komîteya Kelarê ya RJAK’ê Gulêbax Celal li vir axivî, nerazîbûn nîşanî PDK’ê da û got, „Çima Şengal nehat parastin? Yên ji parastina Şengalê berpirsyar in çima dest ji wir berdan û reviyan? Çima agahî neda gelê Şengalê ku xwe ji komkujiyê rizgar bike?“

MEXMÛR

Bi sedan kes li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li hev civiyan û deqeyek ji bo şehîdên Şengalê rêz girtin. Dûre endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Îştar Zeynep Şîtka axivî û got, „Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin. Em ê her tim li cem gelê Şengalê bin. Li çar parçeyên Kurdistanê jin û ciwanên me li ber xwe didin.“

KIFRÊ

Li bajarokê Kifrê ya Germiyan duh êvarê saet di 18:00 de bi boneya 2. salvegera komkujiya 3'ê Texaba sala 2014'an a Şengalê ji aliyê Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) ve çalakiyek hate lidarxistin û komkujî bi tundî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de nûnerên çend rêxistinên jinan û bi dehan jin amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna gelê Kurd destpê kir û piştre li ser navê Rêxistina Jinên Azadên  Kurdistanê (RJAK) Hêvî Kameran daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Li ser komkujiya Şengalê re du sal derbas dibin, di vê komkujiyê de çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrîş birin li ser cihê pîroz ê Kurdên Êzidî û bi hezar kes qetilkirin û dîl girtin. Bi taybet jinên Êzidî herî zêde zordarî dîtin."

Piştre jî ji aliyê Nermîn Osman ve daxuyaniya Komeleya Jinên kurdistanê hate xwendin. Osman diyar kir ku pêwîste hemû alî û rêxistin ne vê karesatê bîr bînin, pêwîste projeyek ya wan a hevbeş hebe ji bo naskirina karesat û komkujiyên li ser Kurdan de hatine. Nermîn Osman da xuyakirin ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldanên xwe zêdetir bike ji bo ku jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne rizgar bikin.

SENGESER

Li bajarokê Sengeserê ya Ranya jî vê êvarê çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên komkujiya Şengalê bîranîn û komkujî şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser navê çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê Viyan Zagros daxuyanî da û diyar kir, ew dixwzin  hemû kes û aliyên destê wan di komkujiya Şengelê de hene bên dadgehkirin. Zagros destnîşan kir, ku pêwîste ewlehiya civaka Êzidî bê misogerkirin û got; "Ji bo ewlehiya civaka Êzidî baştirîn hêz YBŞ û YJŞ ne ku ji aliyê civaka Êzidî bi xwe ve hatine avakirin."