'Yên jiyanê li me dikin dojeh, em ê jî jiyana wan bikin dojeh'

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Me timî got, 'Jiyana bê Rêbertî nabe'. Me jiyana bê Rêbertî mîna jiyanek ji dojehê xerabtir dît. Lewma em hişyar dikin: Yên jiyanê li me dikin dojeh, em ê jî jiyana wan bikin dojeh.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê da xuyakirin, ku tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û got, "Em weke gel û tevgerê, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikarin ji Îmraliyê agahiyê bigirin. Ev demeke dirêj e nahêlin Rêberê me bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Hêzên navneteweyî û dewleta AKP'ê ya faşîst a gardiyaniyê ji sîstema li Îmraliyê re dike, mîna ku girtîgeheke Îmraliylê nîne û Rêberê me li wir dîl nehatiye girtin, tevdigerin. Lewma rewşa li Îmraliyê weke pêvajoyeke tinekirina yê tine tê hesibandin e. Yanî polîtîkaya înkar û tinekirina gelê Kurd, hîn bêhtir hatiye girankirin û bi nêzîkatiya li hemberî Rêberê me tê meşandin."

PÊWENDIYA TECRÎDÊ BI REWŞA LI TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN VE HEYE

Konseya Serokatiyê destnîşan kir, ku tecrîda heyî pêwendiya xwe bi rewşa li Tirkiye û Rojhilata Navîn heye û wiha dewam kir: "Hêzên hegemonîk ên navneteweyî yên amadekariya destwerdana li Rojhilata Navîn kirin, di destpêkê de Rêberê me hedef girtin ku li pêşiya serketina vê destwerdanê weke astengî didîtin. Di encama komployekê de Rêberê me dîl girtin û xistin girtîgeheke ji yek kesî ya li giravekê. Di rewşa heyî de, ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi heman rengî tevdigerin; di vê çarçoveyê de ewilî hewl didin pêkanînên li Îmraliyê ji nû ve dîzayn bikin. Destekî veşartî yê ku dixwaze her tiştî ji nû ve tanzîm bike di vê demê de ketiye dewrê. Bi gotineke din 'bêdengkirin û jibîrkirina Rêberê me', ku yekane hêza çareseriyê ye, ji bo bicihhatina vê dîzaynê gelekî girîng tê dîtin. Ji ber vê yekê ye, di vê demê de tecrîda di nava tecrîdê de, di asteke li derveyî mirovahiyê de li Îmraliyê tê kirin.

PIŞTÎ KU ŞERÊ TINEKIRINÊ LI DIJÎ KURDAN HAT DESTPÊKIRIN, HEVDÎTIN HATIN BIRÎN

Ev rastî nayê wê wateyê ku dîktatoriya Erdogan a faşîst di vê tecrîdê de xwedî rol nîne. Berevajî, dîktatoriya Erdogan ji destpêkê ve mîna rehîneyekî nêzî Rêberê me bûye. Hevdîtina Rêberê me bi xwişk-bira û parêzeran re, di dema desthilatdariya AKP'ê de bi temamî hat birîn. Tecrîda di nava tecrîdê de, ev saleke di dema vê desthilatdariyê de pêk tê. Yê ku li meydanan werîsê îdamê nîşan da û goti 'Em bûna, me yê Apo îdam bikira' dîktator Erdogan e. Destûra ji bo hevdîtinên Heyeta HDP'ê bi Rêberê me re, di çarçoveya amadekariya 'plana têkbirinê' ya ji bo qirkirinê, hat dayîn. Ji bo dîktatoriya Erdogan, ev hevdîtin parçeyek ji operasyona dihat meşandin bû. Dema biryar hat dayîn li dijî Kurdan şerê tinekirinê bê meşandin, ev hevdîtin bi carekê ve hat birîn. Dîktatoriya Erdogan, Rêberê me li navenda vî şerê xwe yê namerdî bi cih kir."

GEF Û XETERÎ MEZIN E

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Bûyerên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê qewimîn, ku Erdogan ê faşîst ev yek ji bo xwe weke 'vaka-î hayriye' (bûyera bi xêr) dît, fikarên me yên li ser tenduristî û ewlekariya jiyana Rêberê me zêde kirine. Despotîzmeke dîn û har, ku artêşa Tirk a her carê pesnê wê dida weke dijmin nîşan da, xwest tesfiye bike, guhê fermandarên xwe û serê leşkerên xwe jê kir, nepêkan e bi rengekî însanî nêzî Rêberê me bibe. Li pêşberî vê mehkûmiyeta bêdengiya mîna gorê ya li Îmraliyê de, gotinên fikar û endîşe jî têra vegotina rewşê nakin. Gef û xeterî gelekî mezin e. Di şexsê Rêberê me de ku gef lê tê xwarin, gef li gelê Kurd, hêzên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, jinan û siberoja gelan tê xwarin. Xemsarî û bêdengiya li pêşberî vê rewşê tê wateya tarîkirina siberoja xwe bi destê xwe.

Hêzên hegemonîk ên navneteweyî xwestin Tirkiyeyê mîna êzingan, Rêberê me jî mîna gogek ji agir a li nava van êzingan binirxînin. Hewl dan Tirkiye û Kurdistanê bikin qada şer û şerekî Kurd-Tirk ê di tevahiya sedsala 21'an de dewam bike, derxînin. Komplo di heman demê de li hemberî Tirkiyeyê hatiye kirin. Lê belê bi pêşdîtin û nêzîkatiya bi berpirsyarî ya Rêberê me re, ev plana nexêr hat pûçkirin. Ji bo Tirkiyeyê ji nava feraseta 'bimire-bikuje' derxîne, her tişt kir. Her tim got, ku rijandina xwînê cînayet e û dema derfetek bi qasî serê derziyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dît, timî di rêya muzakere û diyalogê de israr kir. Lê mixabin, Erdogan ê dev ji daxwaza xwe ya avakirina Nemrûtiya hemdem bernedaye, bi înyada xwe ya fîrewnî, ev hewldan bê encam hişt.

NEMRÛDÊ HEMDEM CAREKE DIN RÊBERÊ ME AVÊTIYE NAVA ÊGIR

Vî Nemrûdê hemdem, îro careke din Rêberê me avêtiye nava êgir. Hz. Brahîm jî avêtibûn nava êgir, lê agir bûbû av. Agirê ku dixwazin Rêberê me bavêjin nav, kêlî bi kêlî mezin dibe û kêm ma ye veguhere şewateke mezin. Dewleta AKP'ê ya faşîst û nokerên Kurd ên namerd, ji xwe re kirine karê herî girîng ku êzigan bavêjin nava vî agirî. Li gorî efsaneyê, tê gotin marmarokekê ji bo agirê Hz. Brahîm avêtin nav vemirîne, bi devê xwe avê lê dike. Li pêşberî zalîmtiya Nemrûd, heywanekî jî bi wijdan tevgeriya û hewl da ji bo vemirandina êgir tiştekî bike. Divê ev çîrok mirovahiya me bîne bîra me û ji bo parastina Rêberê me yê di nava êgir de ye, bike ku em bi wijdan tevbigerin. Mirov eşref î mehlûqet e, ji ber ku xwedî wijdan e. Nîşaneya hebûna wijdan jî rabûna li ber Nemrûdan, li ber Fîrewnan e. Û pûçkirina armancên wan ên nexêr e.

Divê gelê me zanibe, yê di nava agir de ye ew bi xwe ye û li gorî vê rastiyê tevbigere. Rêberê me, ji bo gelê me xwedî nasname be, li ser axa xwe bi rengekî azad bijî, mirin û girtîgeh da pêş çavên xwe. Di vê oxirê de, mîna Hz. Îsa hê di destpêkê de çarmix li pişta xwe kir. Zanîbû ku ji bo mirovên bê nasname, bê kesayetî, bê welat û bê ziman ti wateya îman û îbadetê nîne. Bi vê bîr û baweriyê hewl da şert û mercên îman û îbadeta rastî ji mirovên me re bafirîne. Cewhera Brahîmbûyîn jî ev e. Lewma xwedîderketina gelê me li Rêberê xwe û bicihanîna berpirsyariya di vî warî de, xwedîderketina li xwe ye. Îman û îbadeta rastî jî ev e.

BÊDENGIYA EWROPAYÊ HEVPARIYA SÛCÊ DÎKTATORIYA ERDOGAN E

Tirkiye welatekî ku pîvanên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê qebûl kiriye. Di heman demê de welatekî Konseya Ewropayê ye. Lewma ev tecrîda di nava tecrîdê de tê wateya binpêkirina nirxên Yekîtiya Ewropayê. Bêdengiya Ewropayê li pêşberî vê rewşê, wê dike hevparê sûcê dîktatoriya Erdogan. Tirkiyeya nû ya Erdogan ê dîktator hewl dide ava bike, tê wateya berfirehkirina sînorên DAIŞ'ê û qat bi qat mezinbûna gefa DAIŞ'ê ya li hemberî Ewropayê. Ji bo pêşî li vê gefê were girtin, divê zext li Tirkiyeyê bê kirin ku dest ji tecrîda di nava tecrîdê de berde. Pêwîste Konseya Ewropayê di vî warî de derhal bikeve nava tevgerê.

Me timî got, 'Jiyana bê Rêbertî nabe'. Me jiyana bê Rêbertî mîna jiyanek ji dojehê xerabtir dît. Lewma em hişyar dikin: Yên jiyanê li me dikin dojeh, em ê jî jiyana wan bikin dojeh."