Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nîvîskî bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir. YPG’ê destnîşan kir ku 91 çalakî hatine lidarxistin, 242 çete hatin kuştin, 6 çete hatin girtin, rêjeyeke cebilxane hate desteserkirin, 2 wesayîtên teqemenî, 1 Hamer, 1 Panzer, 1 wesayîteke leşkerî, 2 wesayîtên leşkerî û motosîklêtek hatin rûxandin.
YPG’ê wiha ragihand: “Di Tîrmehe 2016’an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyone Niştimanî ya Sûriyeyê bi dehan caran bi topên hawan û çekên giran êrîşên xwe li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam kirin. Di encama wan êrîşan de zarokek gihişt şehadetê.
Di vê mehê de 22 caran artêşa Tirk sînorê Rojava binpê kiriye û êrîş pêk aniye. Her wiha di van êrîşan de roja 31’ê Tîrmehê arteşa Tirk 3 welatiyên ku ji gundê Elok a giredayî Serêkaniyê hewl didan derbasî Bakurê Kurdîstanê bibin li ser sînor girtin û yek ji van ciwanan piştî lêdanê gulebaran kirin û ew kuştin. Di van êrîşan de ziyanên mezin a madî gihiştiye malên sivîlan.
ÇETE GELÊ SIVÎL DIKIN HEDEF
YPG’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên di hemleya Minbicê de hêz winda dikin û derbên giran dixwin, li herêmê sînor a Federasyona Rojava-Bakurê Suriyeyê de êrîşên yekser gelê sivîl dike hedef li dar dixin.
Di sibeha 16’ê Tîrmehê de çeteyên DAIŞ’ê herêma dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê bakur a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê de êrîşek li dar xistin. Çeteyan li vê herêmê ketin 6 gundan û yekser êrîşî gelê sivîl kirin. Di encamê vê êrîşê de li gundê Sêgolê 10, gundê Birberqalê jî 3 hemwelatiyên sivîl hatin kuştin.
BÎLANÇOYA MEHA TÎRMEHÊ
6 endamên çeteyan di vê mehê de ji hêla hêza me YPG’ê ve dîl hatin girtin.
Çalakî û operasyonên ku hêzên me pek anîn :6 (Ji wan yek ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror pêk hatiye)
Şer û temasên ku bi hêzên me re çêbûne: 91
Çalakî, êrîş-operasyon û temas-şerên encam nediyar: 6
Êrîşên artêşa Tirk li dijî xaka Rojava: 22
Hejmara dijminên hatine kuştin :242
Hejmara termên dijmin ên ku hatine bidestxistin :96
Hejmara dijminên ku dîl hatine girtin : 6
AMÛR Û ÇEKÊN DIJMIN ÊN KU HATINE RÛXANDIN
2 wesayîtên teqemenî, 1 hammer, 1 Panzêr, 2 wesayîtên leşkerî, 2 wesayîtên doşka barkirî, motorek
AMÛR Û ÇEKÊN DIJMIN YÊN KU HATINE BIDESTXISTIN
3 bernu, kamerayek, 54 klêş, 9 BKC, 84 jerjor, 2200 fîşek,
20,017 bombên dest, dûrbînek, terêksek, 5 rokêtavêjê RPG, balafireke keşfê, 3 maşînên leşkerî, panzêrek, 3 çekên LAW, 5 çekên ÛZÎ, 96 termên çeteyan
Şehîdên me: 18