DBP’ê qirkirina Şengalê şermezar kir
DBP’ê Qirkirina Şengalê şermezar kir û wiha got: ‘’Bi DAÎŞ’ê re, bi tevlêbûna hin navendên hêz stratejiya qirkirina Kurdan ava kirin.’’
DBP’ê Qirkirina Şengalê şermezar kir û wiha got: ‘’Bi DAÎŞ’ê re, bi tevlêbûna hin navendên hêz stratejiya qirkirina Kurdan ava kirin.’’
Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratî (DBP) bi mebesta salvegera 2. a ku çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê pêk anîn, daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate gotin di qirkirinê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, jin û zarok li bazaran hatin firotan û wiha anî ziman: ‘’DAÎŞ’ê ji kirinên îmha, înkar û tunehesibandinê yên dewletên herêmê xwariye, ji van destek standiye û curet kiriye ku li Şengalê Êzdiyan qir bike. Ji eniya xwe ve DAÎŞ’ê bi qirkirinê polîtîkayên dewletên mêtinger aniye ser xwe û pêk aniye.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî ku Mûsil bi destê DAÎŞ’ê ve hate berdan, berê xwe da Şengalê diyar dibe ku qirkirin berê hatiye plankirin û wiha hate gotin: ‘’Bi DAÎŞ’ê re bi tevlêbûna hin navendên hêzan stratejiya qirkirina Kurdan hatiye avakirin.’’
BANGEWAZÎ JI BO QADA NAVNETEWÎ
DBP’ê di berdewamiyê de wiha anî ziman:
‘’Mixabin ev hêza dijminê mirovahiyê hebûna xwe didomîne û komkujiyên xwe pêk tîne. Têknebirina vê hêza barbar ji hêla qada navnetewî ve qelsiyeke mezin, ji bo mirovahiyê jî talokeyeke mezin e. Li hemberî hêzên ku destekê didine DAÎŞ’ê, yên ku wê xwedî dikin, piştevaniya lojîstîk didin û endaman ji bo wan peyda dikin, heya ku qada navnetewî nekeve nav helwesteke hevgir de, ev hêz w ê li hemberî mirovahiyê sûcên xwe berdewam bike.
Partiya Herêmên Demokratîk piştevaniyê dike ku 3’yê Tebaxê bibe Roja Çalakiya Navnetewî ya li hemberî Qirkirina Jinê û Dijî Qirkirinê. Di salvegera 2. a qirkirinê de em êşa gelê xwe yê Êzîdî par ve dikin û bi tundî kiryarên wan şermezar dikin.