Tuncel: Şandeyek bi lezgînî divê biçe Îmraliyê

Hevseroka DBP’ê Tuncel, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan da û xwest ku zûzûka li Îmraliyê hevdîtin pêk were. Tuncel got, ‘Siberoja Tirkiyê li Îmraliyê e.’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, li Lokala Cemîyeta Rojnamevan Guneydoguyê, di daxuyaniya çapemeniyê de têkildarî rojevê nirxandin kirin.

Bi mebesta salvgera Qirkirina Şengalê Tuncel got, ‘’bi qasî 5 hezar jin di destê DAÎŞ’ê bûne koleyên seksê. Em ê qet vê ji bîr nekin. Li Rojhilata Navîn talokeya DAÎŞ’ê li ser Kurdan, Êzdiyan berdewam dike. Divê ew ji Rojhilata Navîn werin derxistin. Me jinan li dijî tundiya li kuçeyan têkoşîn da. Ji bo vê jî me jinan têkoşîna aştiyê da. Firotina jinan a li bazaran careke dî nîşan da bê ka têkoşîna jinan a ku tê dayin çendî girîng e.’’

‘EM DI KOMARA DEMOKRATÎK DE RIKDAR IN’

Tunel wiha axivî:

‘’28’ê Gulanê me kongreya xwe ya derasayî pêk anî. Di xuyakirina medyayê de partiya me arîşyên mezin dijî. Xebatkarên çapemeniyê nûçeyên ku em çê dikin ku raberî wan dikin, gel diecibîne yan na, ew biryarê wê li ser vê bidin. Ev derfet ji destê me tê derxistin. Li ser partiya me zextên giran hene. Partiya me ji bo azadiya Kurdan, têkoşîna jinan dixebite. Partiya me gelek caran hatiye girtin û bi zextan re hevrû bûye. Lê berxwedaneke me ya bi rûmet çêbûye. Partiya me hatiye girtin, rêveberên me hatine girtin, hatine kuştin jî. Em weke DBP’ê li ser xeta ku gelê me têkoşîna heq û azadiyan dike, têdikoşin. Li ser projeya me ya Komara Demokratîk çi qasî êrîş hebin jî em di vê projeyê de rikdar in. Şertên pêkanîna azadiyê encex bi vekirina rêyên demokrasiyê pêkan e. Bi tunehesibandinê arîşe çareser nabin.

Êrîşên dewletê yên bi ser partiya me de qet neguherîne. 4 rêveberên me hatin kuştin. Hevserokê me Kamuran Yuksel hate girtin. Ev 70 roj in me agahî ji hevalê xwe Hurşît Kulter nestandiye. Di binçavkirinan de bi her cure polîtîkayên dijmirovî re hevrû dibin. Endamên me hatin kuştin, li pey panzêran hatin kaşkirin. Li vê derê, polîtîkayên zextê em bi hev re jiyan. Li Sûrê, Nisêbînê ji bo nûçegihanî kirine gelek xebatkarên çapemeniyê hatine girtin. Arîşeyeke mezin e ku ev rewş li Tirkiyê xuya dike. Dema ku wiha dibe weke ku ti arîşe nebin, hewayeke bi vî rengî tê çêkirin.

 ‘ENIYA MILÎ YA SÊ PARTIYAN ÇÊBÛ’

Piştî 15’ê Tîrmehê rewşeke dî derkete holê. Polîtîkayên şaş ên AKP’ê, polîtîkayên dijKurd, ên ku hilbijartina 7’ê Hezîranê ji tune ve hesiband rê li ber mekanîka darbeyê vekir. Di dema hewldana darbeyê de piraniya van li Kurdistanê li ser kar bûn. Kirdeyên van polîtîkayan yên li Kurdistanê têkildarî cemeatê hatin girtin. Piştî hewldana darbeyê gelên Tirkiyê nîşan dan ku ew li dijî darbeyê ne. Tirkiyê û Kurdistanê ji darbeyan re got, ‘na’. Divê her kes vê bibîne. Heke arîşeya Kurd mekanîka darbeyê derxistibe holê divê ev were çareserkirin. Dema ku em li Serokwezîr, Serokkomar Erdogan dinerin, em polîtîkayên berovajî vê dibînin. Li Meclîsê 4 partî hene,van 3 partiyan eniya milî ava kirine. Xwe li ser dijberiya Kurdan ava kirine. Ev ê Tirkiyê bixe krîzeke hê kûrtir. Ev eniya milî ku bixwaze arîşeya Kurd bi şer çareser bike, naxwe wê weke domandarê vê arîşeyê bin. Bêyî ku dereng bikeve divê AKP, CHP dev ji polîtîkayên dijî Kurd berdin. AKP, MHP, CHP bûne yek partî, li pêşberî van jî HDP heye. Du partî ji polîtîkayên qesrê re, ‘erê’ dibêjin. Kiliçdaroglu digot, ‘ez naçim qesrê’’ lê çû û bejna xwe tewand.

‘AKP DARBEYA DIJBER DIKE’

Me ji darbeyan pir kêşa ye û em baş dizanin çiye. AKP ev darbe kiriye darbeya-dijber. Niha dixwaze rejîma xwe ava bike. AÎHS hatiye taloqkirin. Parlamento hatiye betalkirin. Ji hêla siyasî ve jî AKP, bi yasayên Rewşa Awarta parlamento pûç kiriye û welêt bi KHK’yan bi rê ve dibe. Em wekî DBP’ê li dijî kirinên dijdemokrasiyê ne. Ev polîtîka wê Tirkî bibin felaketê.
Li Tirkiyê krîzeke mezin a abori heye. Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên dijKurd jî li dinyayê tenê maye. Erdogan dibêje krîza ekonomîk nîn e, lê ne wiha ye. Di rojên pêş de em ê terisînên vê baş bibînin.

‘BI DEMOKRASIYA XWECIH KRÎZ ÇARESER DIBE’

Me weke DBP’ê bi gelê xwe re ji bo  ku xwerêveberiyê bi pêş xînin, rêveberiyên xwecih xurt bikin, me têkoşîn da. Ji vir em dikarin demokrasiya xwecih pêş xînin û ji krîzê derbikevin. Bêyî çareseriya meseleya Kurd Tirkiye demokrat nabe. Nabe çareserî ku hûn Tirkiyê bikin dewleta polêsan. Tekane çareserî pêkanîna azadiyan û rê li ber vekirin e.

‘SIBEROJA TIRKIYÊ LI IMRALIYÊ YE’

Ocalan gelek caran di daxuyaniyên xwe de bi zelalî got,’’ Ku çareserî hebe wê darbe sazkar bibe.’ AKP’ê darbeya pêşî li Imraliyê kir. Erdogan bi rakirina maseyê re pêvajoya mekanîka darbeyê sazkar bû. Ji 5’ê Nîsanê ve agahî jê nayê standin. Em nizanin bê ka li Imraliyê çi dibe. Em dizanin fermandarê wir jî hatiye girtin. Destûrnedana ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin, pirsa li Imraliyê çi dibe hê jî germ e. Divê şandeyek biçe. Heke ku hûn ê li dijî darbeyê têbikoşin divê hûn pirsên ku rê li ber darbeyê vekirin çareser bikin. Heya ku em fêhm bikin bê ka li Imraliyê çi dibe em ê têbikoşin. Ev arîşe ya Tirkiyê ye. Siberoja Tirkiyê li Imraliyê ye.’

ROBOSKÎ

Tuncel, li ser pirsa rojnamevanan a têkildarî vebûna dosyaya Roboskî jî wiha got, ‘’Girîng e ku têkildarî Robosê hewldaneke hebe lê ne bes e. Di sûcên dij mirovî de, derbasbûna wext çênabe. Em weke DBP’ê ji bo ku ev pêvajo neyê veşartn, ji bo darazeke dadmen em ê şopdar bin. Ku di wextê xwe de derbiketa holê 15’ê Tîrmehê nedibû. Ne rêyeke rast e ku mirov bibêje, ‘’hemû sûc cemeatê kirin’ Navendên siyasî li kû ne? Kê ferman da? Berpirsên siyasî yên komkujiya Roboskê jî hene. Divê hesabê komkujiyên Pirsûsê û Enqerê werin pirsîn. Dîsa jî em giringî didin ku dosyayê hatine girtin dîsa vebin. AKP di serî de bi taybetî xwest ku bigire. Tiştekî bi rengê ku nizilîne dewletê nîn e. AKP bi xwestek ev bi cih kirin.