Taxa El-Tel û dibistana El-Sewra ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, taxa El-Tel û dibistana El-Sewra, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, taxa El-Tel û dibistana El-Sewra, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî ku şevê din saet derdora 23.45’an de, Sûk El-Hal û herêma pîşesaziyê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, berê xwe dan dibistana El-Sewra û Taxa El-Tel yên li rojhilatê Sûk El-Hal û rêya gundê Yasta ne.
Di encama şerekî dijwar de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibistana El-Sewra û Taxa El-Tel, ji çeteyan rizgar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku dibistana El-Sewra ji aliyê Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ve weke navend dihat bikaranîn. Destpêka Tabûrên Şems El-Şemal li vir hat avakirin. Li taxa El-Tel jî mala Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, heye