Rejîm û çeteyan li hev dan: 43 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di şerê mabeyna rejîma Sûriyeyê û çeteyan de ku li Heleb û Îdlibê rû da, 43 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

 Li Heleb û Îdlibê ji ber şerê di navbera komên çekdar ên Koalîsyona Sûriyê û hêzên rêjîma Baas de 42 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûne.
Komên çete yên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ku navê Artêşa Fetih li xwe kirine çend roj berê li başûrrojavayê Helebê operasyona “Xezeba Helebê” dane destpêkirin. Koma çete ya Cebhet Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) serkêşiya operasyonê dike. Armanca komên çekdar ên opozisyonê ew e ku herêmên kampa Henderat a li bakurê Helebê û gundê El-Hiwêze ya başûrrojavayê Helebê ku hêzên rêjîmê ji destê wan derxistiye vegerînin. Di şerê çend saetan de bi dehan çekdar ji her du aliyan hatin kuştin.
Komên çete yên Ceyş El-Fetih (Artêşa Fetih) di encama vî şerî de kampa Henderat û Kargeha Hesin a li wê herêmê ji hêzên rêjîmê girt. Di heman demê de beşek ji gundê Hiwz û beşek ji dibistana Ramûsê jî ji destê rêjîmê derxistin. Hate gotin ku hêzên rêjîmê karîbûn beşek ji gundê El-Hiwêzê careke din ji destê çekdarên dijber derxîne.
Çavkaniyan dan zanîn ku balafirên rêjîmê gundên başûrê Helebê bombebaran kirin. Hate gotin ku gundên Kefernaha, Xan El-Esel, Etarib, Batûbo, , Darit Izê û Ewrem El-Kubra hatin bombebarankirin. Her wiha bajarokên Xan Toman a li başûrê Helebê jî hete bombebarankirin. Di encama bombebaranê de herî kêm 21 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji wan 4 jin in. Her wiha 29 sivîlên din birîndar bûn. Ji ber bombebaranê ziyaneke madî ya mezin di mal û milkên welatiyan de çêbûye.
Li aliyê din jî hêzên rêjîmê taxên Ferdos, Ensarî , Sukerî, Kelasê, El-Zeydiyê, Qatircî, Bab El-Meqam û Çerxeriya El-Qemer ku di bin destê çeteyên Opozisyonê de ne topbaran kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bi destxistin di topbaranê de bi giştî 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, 5 jê zarok in.
Komên çete yên girêdayî Koalisyona Niştimanî ya Sûriyê taxên Sebîl, Kolana El-Nîl, Eşrefiyê, El-Hemdaniyê û El-Muhafeza ên di bin destê hêzên rêjîmê de topbaran kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku ji ber topbaranê 4 jinan jiyana xwe ji dest dane, her wiha hejmarek welatî birîndar bûne. Di heman demê de gelek ziyana madî di malên welatiyan de çêbûye.
ÎDLIB
Balafirên rêjîmê bajarokên Seraqib, balafirgeha Ebû El-Zihûr, Kefer Texrîm, Kefer Sicne û Hêş ên başûrê Îdlibê topbaran kirin. Hate gotin ku di encama topbaranê herî kêm 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, her wiha bi dehan welatiyên sivîl birîndar bûne. Ji ber topbarana bêserûber di mal û milkên welatiyan de ziyaneke madî ya mezin pêk hatiye.