Xidir ê Şengalî: Ferman li Elmanyayê jî dewam dike

Azad Saleh Xidir ê ji ber komkujiya li Şengalê neçar ma bireve Ewropayê got, "Jiyana me ya li Elmanyayê dewama fermanê ye. Li Şengalê fermaneke fîzîkî hebû, li vir ya ruhî heye."

Li gorî hejmarên ne fermî, piştî fermana 73'an a di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê rabû, bi qasî 50 hezar Êzidî hatin Elmanyayê. Piraniya van Êzidiyan li kampên penaberan dimînin û li vir Ereb, Çeçen û Afgan êrîşî wan dikin. Her wiha di nava şert û mercên nebaş de dijîn.

Yek ji Êzidiyên di dema komkujiya Şengalê de hat Elmanyayê Azad Saleh Xidir e. Bi malbata xwe re ji komkujiyê rizgar bû. Xidir ê 30 salî, zarokê herî mezin ê malbata ji 10 zarokan e. Niha li bajarokekî nêzî bajarê Hannover ê Elmanyayê dijî. Wî jî mîna bi hezaran Şengaliyan di şeva 3'ê Tebaxê de komkujî dît.

Azad Saleh Xidir a li ser zor û daxwaza dayika xwe di ser Bakurê Kurdistanê re ji 7 welatan derbas bû û xwe gihand Elmanyayê got, "A rast me nexwest ku em werin Elmanyayê. Lê em bi zora diya xwe hatin. Ji ber ku Elmanya ti caran ji me re nebûye welat. Wê nebe jî.  Li Şengalê ferman bi ser me de hat. Li Elmanya jî ev ferman didome. Ew bi fizîkî û tundiya xwe dixwaza çand û dînê me ji dest me bistîne.  Elmany jî bê zext û zordarî dixwaza çand û dînê me ji me bistîne. Dibe ku hin ciwan  bikaribin xwe biparêzin lê zarokên me xwe ji bîr dikin.

Azad Saleh Xidir got ew li Elmanya bi lêferzkirinên pergalê re hevrû dibin û bi domdarî got, ‘’îro ez bi malbata xwe re li Elmanyayê me. Sîstem çi ji min bixwaze divê ez bikim. Nanekî dide min û min diparêze. Lê ji hêlêkê ve jî ji min distîne. Zarokên me diçine dibistanê, hêlînê. Ev jî tê wê wateyê ku ji çanda xwe, baweriya xwe, Kurdbûna xwe dûr bikeve. Ji zarokên vir ê Êzdî re dibêjim, ‘’roja te xweş’’ ew dibêjin, ‘hallo’. Zimanê dayika xwe ji bîr kirine. Heke zaroyan zimanê xwe ji bîr kiribin hûn ê çawa çanda wan, baweriya wan ji wan re bibêjin. Hûn ê çawa jê re behsa welêt, malbatê bikin?  Nanekî dide lê zarokê me dibe, ji çand, baweriyê dûr dixe. Li gel e qas tundî û qirkirinê jî xwezî em di van deran re derneketana, em li warê xwe bimana. Îro di serî de li Yewnanîstanê li gelek welatan, sînoran bi hezaran Êzdî şepirze bûne.’’

‘LI WARGEHAN ÊRÎŞÊ BI SER ME DE TÎNIN’

‘Li vir em rastî êrîşên Ereb, Efgan, Çeçeanan tên. Em ji wan rviyan, hatin vir li van deran bi wan re dimînîn.’’ Xalid wiha domand, ‘’Li wargehên ku em bi hev re dimînin her roj êrîşê tînin bi ser me de. Ji ber ku ew endamên DAÎŞ’ê ne. Rayedar têkildarî wan nabin. Em naxwazin li vir bijîn. Em tenê dixwazin bi azadî li xaka xwe bijîn. Ji ber vê jî em ji Ewropaye dixwazin bila alîkar bin da ku DAÎŞ ji welatê me were paqijkirin.’’
Azad Saleh Xidir bang li Êzdiyan kir û got, ‘’Neyên van deran, wê malbatên we ji hev bela wela bibin, zarokên we winda bibin. Wê dema ev ê bibe fermana we ya mezin.’’