Ji Sarokşaredarê AKP’ê pêşî bertîl, piştre geflêxwarin

Serokê berê yê şaredariya AKP’ê Ferman Yildirim bertîl teklîfî rayedarên Şaredariya Çaldiranê kir ku, xebatên rawestandina avaniyên qeçax dikirin. Piştî ku bertîl nehat qebûl kirin Yildirim gef li wan xwar.

Midûrê Îmare yê Şaredariya Çaldiranê S.Ç ku li dijî avaniyên qeçax têkoşînê didê, îro sibehê ji bo mohrê li avahiyên qeçax bide kete nav liv û tevgerê. Lê di vê navberê de serokşaredarê berê yê AKP’ê Ferman Yildirim, ku 2015’an ji AKP’ê xwe di ber berandiya wekîltiyê re kiribû, çend kes jî li dora xwe kom kiribûn û li Midûrê Îmarê yê bi navê S. Ç gef xwarin.

Yildirim got, ‘’Hûn çi qasî bertîlê dixwin, bibêjin, ez pereyan bidime we û bînahiyê mohr nekir.’’ Piştî ku personelên şaredariyê bertek nîşanî vê rewşê dan, dest bi geflêxwarinan kir.

Midûrê Îmarê S.Ç, serî li Dozgeriya Çaldiranê da û der barê Yildirim de xwest ku doz were vekirin.

DI HILBIJARTINAN DE TÊK ŞIKESTIBÛ

Yildirim ê AKP’yî ev demeke ku dijberiya şaredariya DBP’ê kampanyaya reşkirinê dike. Yildirim, ‘’Şaredarî neheqiyan li me dike, nahêlin ku em karê xwe bikin û zilmê li me dikin. Biçin serî dadgehan bidin. Em weke desthilatdariyê li pişta we ne.’’Bi vî awayî propagandayê dike.

Ferman Yildirim, di hilbijartinên 2014’an de weke berendamê AKP’ê derketibû pêşberî DBP’ê têk şikiyabû. Demeke dirêj di rojevê de mabû, ku Yildirim beriya hilbijartinê çek li gel kişandibû.