Şervanên YPS'ê Taşçi û Demîr li teniş hev hatin definkirin
Şervana YPS-JIN Pervin Taşçi û şervanê YPS'ê Mehmet Demîr ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê li tenişta hev bi alên kesk, sor û zer hatin definkirin.
Şervana YPS-JIN Pervin Taşçi û şervanê YPS'ê Mehmet Demîr ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê li tenişta hev bi alên kesk, sor û zer hatin definkirin.
Şervana YPS-JIN Pervin Taşçi û şervanê YPS'ê Mehmet Demîr ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê li tenişta hev bi alên kesk, sor û zer hatin definkirin. Dayîka Taşçi bang li gelê Amedê kir û wiha got: "Amed êdî Berjîn emanetê te ye."
Şervana YPS-JIN Pervîn Taşçi (Berjîn Amarg) û Şervanê YPS'ê Mehmet Demîr (Harûn Bagok) ên di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li gel hemû astengên polîsan, dîsa jî ji aliyê girseyek mezin bi alên kesk, sor û zer li tenişta hev hatin definkirin. Li ser daxwaza Taşçi û Demîr, cenazeyên wan li tenişta hev li Goristana Şehîdan a Yenîkoyê ya Amedê hatin definkirin. Di merasima cenaze de Parlementer, endam û rêveberên HDP û rêveberên DBP'ê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û sedan welatî amade bûn.
POLÎSAN TÎLÎLÎ QEDEXE KIRIN
Her çend polîs 2 rojin destûr nadin cenazeyê Taşçi bê definkirin jî îro xwestin cenazeyê Taşçi û Demîr bi bêdengî bên definkirin. Polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA dorê goristanê dorpêç kirin polîsên hêzên çevîk ketina nava goristanê. Polîsan deriyê goristanê girtin û ferman dan ku alên PKK’ê, rengê kesk, sor nanekin, li çepik û tîlîliyan nedin û siloganan berz nekin.
GIRSEYÊ POLÎS NAS NEKIRIN
Her çend polîsan agahdar kir jî girsê polîs nas nekir û çalakiya rûniştinê pêk anî. Polîsên li hemberî berxwedana gel bêçareman paşve kişiya. Polîs piştî ji goristanê derketin, Girsê cenazeyê Taşçi û Demîr bi helbesta “Kurd zindî ye” spartin axê.
Malbatan û gelê Amede bi alên kesk, sor û zer, wêneyên Taşçi û Demîr bilind kirin û darbest danîn ser milê xwe. Girsê heta nava goristanê bi tilîlî, çepik û siloganên “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Şehîd namirin” û “Rêya şehîd rêya me, PKK partiya me” berz kirin û heta gorê meşiyan. Girsê bi siloganan cenazeyê Taşçi û Demîr li tenişta hev defin kirin. Di merasimê de ciwanekî helbesta “Kurt zindî" xwend.
Hevseroka MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle diyar kir ku ji tîlîlî, rondikên dayîkên wan û cenazeyên wan ditirsin, lewra derdorê goristanên wan dorpêçdikin. Dîcle, da zanîn ku ew soz didin ticar cenazeyên xwe di bin siya wan de defin nekin.
‘GELÊ AMEDÊ BIBIN YEK’
Bapîrê Taşçi Necmetîn Taşçi jî bang li gelê Amedê kir û wiha got: “Min silavên Serhedê ji we re anî. Pervîn şehîda we ye. Ey gelê Amedê bibin yek.”
‘EZ NIHA FÊM DIKIM ÇIMA PERVÎNÊ GOT AMED’
Bavê Taşçi Vahyetîn Taşçi jî anî ziman ku ew niha baş fam dike çima Pervîn got Amed û wiha anî ziman: “Amedê wesayeta Pervînê anî cih û ew defin kir. Ji bo vê ez pir kêfxweşim.”
‘AMED ÊDÎ BERJÎN EMANETÊ TE YE’
Dayîka Taşçi Xanim Taşçi jî bang li gelê Amedê kir û wiha got: “Ey Amed Berjîn êdî keça teye, emanetê teye, baş xwedî lê derbikeve. Berjîn bûka kurdistanê ye.” û tasa hinayê dani ser gora Taşçi.