NAV-YEK: Bila Qirkirina Êzdiyan weke Jenosîd were qebûlkirin,Xwseriya Şengalê were nasîn
NAV-YEK’ê bi mebesta salvgera Qirkirina Êzîdiyan daxuyaniyeke niviskî da û xwest ev qirkirin weke Jenosîd were nasîn,xweseriya Şengalê were nasîn.
NAV-YEK’ê bi mebesta salvgera Qirkirina Êzîdiyan daxuyaniyeke niviskî da û xwest ev qirkirin weke Jenosîd were nasîn,xweseriya Şengalê were nasîn.
Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzdiyan(NAV-YEK) bi mebesta salvgera qirkirina Êzdiyan, ku 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan ê xwecih pêk hatibû daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyanê de tê xwestin ku fermana bi ser Êzdiyan de hatî ji hêla dinyayê bi awayekî fermî weke jenosîd werer nasîn, her wiha tê xwestin ku Xweseriya Şengalê were nasîn.
Daxuyanî bi van rêzikên ku bang li dewletên navnetewî dike, dest pê dike:
‘Divê aliyê dewletên navnetewî ve ferman bi awayekî fermî bê naskirin!
Ji bo Rêveberiya û Parestina bi ser xwe ji bo Êzîdiyên Şengalê û Êzîdxan!’’
‘RIZGARKIRINA ŞENGALÊ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’
Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de rizgarkirina Şengalê weke ‘’Rûmeta mirovahiyê’’ tê pênaskirin û wiha tê gotin: ‘’
Berî her tiştî em li ser navê Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YÊK) sûcê 3’yê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê pêk hat, bi tundî şermezar dikin.
Weke ku tê zanîn di ser kareseta li Şengalê çêbû, îro 3’yê Tebax 2016 du sal derbas dibe. 3’yê Tebaxa 2014'an de ji hêla çeteyên dijî mirovahiyê ên DAİŞ’ê êrişekî dijwar li ser civaka me ya Êzîdî, bi taybet li Şengalê pêk hat. Ev êrîş mixabin bi zindî bû fermana 73'an li ser civaka Êzîdî. Di fermana 73'an de her tiştên dijî mirovahî li ser civaka Êzîdî ceribandin. Bi hezaran jin û keçên Êzîdî hatin tecawûzkirin. Bi sedan Êzîdî kuştin û organên wan di bazaran de firotin. Keç û zarokên Êzîdî heta li welatê Efrîqa hatin firotin. Bi hezaran Êzîdî neçar man ku ji vê axa pîroz a Êzidxan koçber bin.
Êzîdiyên niha hê jî li ser vê xaka pîroz mane û ber xwe didin bi saya Tevgera Azadiyê mane. Cara yekemîn hêzekî gerîla bi hêza xwe ya cewheri sê sînorên dewletan derbas kir û midaxeleya rewşa Şengalê kir, heta niha jî ji bon azadkirina civaka Êzîdî tekoşîna xwe didomînin.
Îro hemu civaka me yê Êzîdî li Ewrupa, Rusya, Ermenîstan, Bakûr, Başûr û Rojava dijîn bi saya gelê me yê niha li Şengalê ber xwe dide, dikare bibêje ‘‘em Êzîdî ne û em ola Êzîdiyatî diparêzin’’
‘PDK ASTENGIYAN DERDIXÎNE’
Di daxuyaniyê tê gotin hê birînên Şengalê bi temamî nehatine kewandin û PDK hê jî astengiyan derdixîne:
‘’Di vê pevajoyê de gavên girîn û dîrokî hatin avêtin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ û YJŞ), Meclîsa Avaker a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) û asayîşa Şengalê hatin avakirin.
Bila di vê wateyê de civaka me yê Êzîdî jî baş bizanibe, bi avakirina hezên çekdarî û saziyên siyasî derfetên dîrokî bi dest xistiye. Îro ew hêzên me yên pîroz roj bi roj bi can û rihê xwe pengavên ber bi rizgarkirina Şengalê ve davêjin.
Her çiqas pengavên rizgarkirinê serkeftînê ne jî lê dîsa Şengal bi giştî rizgar nebûye. Ji bo vegera koçberan û nûve avakirina Şengalê hewldanên hatine kirin têr nekirine. Ew hewldan tenê hindek birînên der ve kewandine lê mixabin koka birîna kûr e. Bi taybetî ji aliyê PDKê ve astengî û ambargo li ser Şengalê berdewamin. ‘’
‘QEBÛLKIRINA STATÛYA ŞENGALÊ BINGEHÊ ÊZÎDXANÊ YE’
Sazîyên meyî siyasî û civakî hewl didin ku YBŞ di qada navnetewîde bibe hêza leşkerî û statûya Şengalê were qebûlkirin. Qebûlkirina statuya Şengale di heman demê de dibe bingeha avakirina Êzîdxan. Loma pêwîst e ku em tevlïbûna YBŞ û YJŞ xurtir bikin û bi saziyên xwe re bibin piştgir.
BILA FERMAN WEKE JENOSÎDÊ WERE NASÎN
Her çiqas Fermana Şengalê di parlamenan de wek mijar hatibê nîqaşkirin jî, mixabin heta niha di dadgehên mafên mirovan yên navnetewî de wek jenosîd bi fermî nehatî qebûlkirin.
Ji bo qebûlkirina jenosîdê, rizgarkirin û avakirina Ṣengalê pêwiste civaka me li hemû qadê jiyanê bê navber di nav hewldana de be, li dora saziyê xwe kom bibe û yekitiya xwe xurtir bike. Her wiha ji bo em hemû listikên li ser civaka me tên meṣandin, bê armanc bihêlin û 3’yê Tebaxê bibe roja Ṣengalê ya navnetewî, giringê em her bêhtir bixbitin û dengê xwe bilindtir bikin.
Ji bona bîranîn û şermezarkirina 2. salvegera Fermana Şengalê ji 03.08.2016 heta 06.08.2016 taybetî li hemû bajarên Almanya yên Êzîdî lê dijîn û li tevaya cîhanê çalekiyên protestokirinê wek meş, mitîng, panel, çadirin agahî û nobetê û bernameyên zindî di televîzyonande tên lidarxistin.
‘BER BI AZADIYA ŞENGALÊ VE..’
Bi van bîrûbaweriyan û bi slogana xwe -BI RÊXISTINBÛYÎN, XWESERÎ Û PARASTINA REWA BER BI AZADIYA ŞENGALÊ VE- bang li civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û hemû dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza piştgirtinê bidin çalakiya û tevlî bibin.
Tevlîbûna çalakiya gelekî girîng e ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê, Bakur û Rojava – werin em bi hevdû re dengê xwe bigînin warê xwe Kurdistan û gelên din ên navnetewî.