Li Efrînê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Li Efrînê bi hezaran kes ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan.
Li Efrînê bi hezaran kes ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşiyan.
Di pêşengtiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê de, bi mebesta şermezarkirina tecrîda girankirî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate li darxistin. Bi sedan kes ji Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn.
Meş li xaçerêya Newrozê dest pê kir, posterên Ocalan hatin vekirin. Gel seraqet dirûşmên wekî ‘’hezar slav ji Ocalan re’’ û ‘’ji Ocalan re azadî’’ berz kirine. Meşa li stadyûma Efrînê bû mîtîng.
Mîtîng li ser bîranîna şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li vê derê Hevserokê Konseya Rêveber Hêvî Mistefa axivî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar kir. Hêvî Mistefa got, heya ku Rêberê Gelê Kurd azad dibe, ew ê çalakiyên wan berdewam bin.
Ji fermandarên Hêza Parastina Civakî Firat Mardîn, diyar kir, hemû deskeftiyên Şoreşa Rojava bi hîndekariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatine.
Çalakî bi slavkirina têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyan bi dawî bû.