Şervanên Minbicê pêşve diçin, şer didome

Şerê li Taxa El Xesaniyê û Şêx Eqîl ê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û DAIŞ’ê de dewam dikin. Pêşveçûna şervanên Minbibê dewam dike.

Şerê li Taxa El Xesaniyê û Şêx Eqîl ê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û DAIŞ’ê de dewam dikin. Pêşveçûna şervanên Minbibê dewam dike.

Di şerê li Taxa El-Xesanniyê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, navendekî çeteyan jî hate îmhakirin.

Her wiha di şerê li Taxa Şêx Eqîl de yê di navbera şervanên Minbicê û çeteyan de jî 5 çete hatin kuştin û komek çeteyên ku hêjmara wan nehatin zanîn jî hate îmhakirin.

Di lêgerîna şervanan a li gundê Cib El-Neşama yê ku beriya 2 rojan hatibû rizgarikirin û gundewarên Başûrê Minbicê de dest danî ser 7 cenazeyên çeteyan û rêjeyekî cebilxaneyan.