Canîş: Divê bihêlin malbat û parêzer biçin Îmraliyê

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cuneyt Canîş da xuyakirin, ku astengkirina hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Ocalan re biyareke nehiqûqî ye, siyasî ye.

Fikarên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û ve zêde bûne. Piştî ku Wezîrê Edaletê Bozdag daxuyanî da û got, "Fermandarê Alaya Jendermeyan a Bajarê Bûrsayê Yûrdakûl Akkûş hat girtin" ev fikar hîn zêdetir bûn.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cuneyt Canîş da xuyakirin, ku ji tenduristî û ewlekariya Ocalan, desthilatdariya heyî berpirsyar e û diyar kir, ji bo fikar ji holê bên rakirin divê deriyên Îmraliyê werin vekirin. Canîş got, "Divê tecrîd derhal were rakirin. Heyeta Îmraliyê, parêzer û malbat karibin biçin Îmraliyê. Astengiya di vî warî de tê derxistin ne hiqûqî ye, siyasî ye."

Canîş bang li saziyên navneteweyî jî kir û got, "Pêwîste sedemên ne hiqûqî ji holê werin rakirin û hevdîtin tavilê bê kirin. Bi taybetî divê CPT, Rêxistina Efûyê û Neteweyên Yekbûyî bi însiyatîf tevbigerin."