15 şehîd bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Cenazeyên 14 şervanên di Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan û endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM'ê, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin

Rojavayî bi merasîmeke girseyî di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re cenazeyên 14 şervanên azadiyê Kawa Osman (Harûn Botan), Ibrahîm Ebdî (Orhan Qamişlo), Mihemed Xelîl (Egîd Qamişlo), Dawûd Ehmed (Noredîn Gulo), Mihemed Îsam (Ciwan Qamişlo), Zinar Şemdîn (Zinar Girê Sor), Hisên Silêman (Hogir Qamişlo), Macid Ebas (Şiyar Qamişlo), Baran Yûsif (Racal Qamişlo), Mihemed Alî (Misto Qamişlo), Hesen Mehmûd (Botan Qamişlo),Macid Mihemed (Omer Qamişlo), Tirkî Alî (Heysem Qamişlo), Înas Alî (Newroz Seydo) yên di demên cuda de di Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê endamê Komîteya Dîplomasiyê ya TEV-DEM Mihdî Şakir Ebdî (Polat Herekol) ê di 27'ê Tîmehê de di teqîna li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo spartin axê.

Dema girseya gel wêneyên têkoşeran, alên YPG/YPJ`ê, alên TEV-DEM`ê û PYD`ê hildabûn, gihiştin goristanê, şervanên azadiyê cenazeyên têkoşeran hilgirtin ser milan û birin qada goristanê.

Tevî bi hezaran welatiyên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan û Cîgirê wî Hisên Ezam, Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Ewropa Sînem Mihemd û bi dehan endamên Rêveberiya XWeser û saziyên civaka sivîl di merasîma oxirkirinê de amade bûn.

Di destpêkê de şervanên YPG/YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre Fermandarê YPG`ê Îla Qamişlo hemû têkoşerên şoreşa azadiyê bi bîr anî û got:"Şehîd ew in ku meşeleya serketinê pê dixin û bilind dikin."

Piştre Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser girîngiya operesyona rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê û ev tişt anîn ziman: "Rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê û parastina wê, tê wateya parastina bakurê Sûriye tevahî û avakirina Sûriyeya demokratîk."

Îlham Ehmed diyar kir ku gelê Rojava teslîm nabe û got: "Her çiqas em karwanên şehîdan oxir bikin, israra me ya di serketinê de zêde dibe. Em dizanin ku ciwanên leheng û dayikên ku piştgirtiya me dikin hene. Serketin nêz e."

Di merasîmê de wesîqeya şehadetê ya her 15 têkoşerên azadiyê ji aliyê Endama saziya Malbatên Şehîdan Zêvîn Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata wan hat kirinl.

Piştre  ji bo oxirkirinê cenazeyê têkoşer Harûn Botan ber bi Goristana Şehîd Ismaîl a li herêma Amûdê, cenazeyê têkoşer Şiyar Qamişlo, Misto Qamişlo û Heysem Qamişlo ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a li bajarê Tirbespiyê ve hatin rêkirin.

Cenazeyên têkoşerên din jî bi dirûşmeyên dayikan li Goristana Şehîd Delî Sarûxan a li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.